Matay Hena: Dagirker gefan li hurmeta goristana şehîdên asûrî dixwin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirekr ên li dijî gundewarên Til Temir, bi taybet ên li dijî gundê Til Şenan gefan li hurmetiya goristana şehîdên asûrî dixwin.

Matay Hena: Dagirker gefan li hurmeta goristana şehîdên asûrî dixwin
7 cotmeh, 2021   18:51
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî navçeya Til Temirê didomin. Ji duh sibehê û heta çend saetên danê nîvro yê îro ve gundê Til Şenan ê asûrî yê li rojhilatê Til Temir û nêzî rêya M4 û ber bi Qamişloyê ve ye rastî êrişên dijwar tên.

Di encama êrişên dijwar de gelek zirar gihaştin mal û milkên sivîlên gund, li aliyekî din jî goristana şehîdên asûrî heye, ew jî rûbirûyî gefên hedefgirtinê ye, ji ber ku artêşa Tirk li Efrînê jî êrişî goristana şehîdan kir.

Têkildarî vê yekê, berdevê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena postek li ser hesabê xwe yê facebookê belav kir. Hena got: "Li gel binpêkirinan domdar ên li eniyên şer ên Til Temirê bi giştî û gundên gelê me yê Asûr-Suryan, bi taybet gundê Til Kêfcî yê li bakur û Til Şenan ê li eniya rojhilat, gef li hurmeta goristanên şehîdên me yên asurî  hene yên di pêngavên rizgarkirina tevahî herêmên me ji rêxistina terorîst de canê xwe daye."

Hena da zanîn ku ev dîmen ji sûcên ku hêzên dagirkeriya Tirk li dijî goristana YPJ û YPG’ê kirine ku canê xwe di oxira parastina xak û ewlehiyê de daye ne cuda ye.

Hena wiha domand: "Ev yek ji ber ku dewletên garantorê peymanên agirbestê tune ne pêk tê, ji ber ew derfetê didin dagirkeriya Tirk ku sûcên xwe li dijî sivîlan zêde bikin."

Hena di dawiya axaftina xwe de besha xeteriya van sûcan li dijî ewlehiya gel ê li ser xaka Xabûr kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê şênî li dora hêzên xwe kom bibin da ku em li hember xeteriyan bibin bersiv. Bi vê yekê şêniyên asûrî li gel tevahî pêkhateyên herêmê dikarin bi ewle û aştî bijîn."

(fr)

ANHA