Komîteya Amdekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Bi Wezareta Derve ya Swêdê re civiya

Berpirsê dosyaya Sûriyê yê di Wezareta Karên Derve ya Swed de Bear Uranus li paytexta wê Stockholm bi şandeya Komîteya Amadekar a "Kongreya Hêz Û Kesayetên Demokratîk" re civiya.

Komîteya Amdekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Bi Wezareta Derve ya Swêdê re civiya
7 cotmeh, 2021   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Nivîsgeha Çapemeniyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), şandeya Komîteya Amadekar a ''Kongreya Hêz Û Kesayetên Demokratîk"  ji koordînatorê komîteyê Husam Mîro, sekretera komîteyê Mecdolîn Hesen, endamê komîteyê Elî Rehmûn û endamê Desteya Berfireh a Komîteyê Cad El-Kerîm Cibaî pêk tê.

Şandeya komîteya amadekar nêrînên komîteyê û girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogan ji Wezareta Karên Derve ya Swed re nîşan da. Her wiha rola Swedê di piştevaniya vê kongreyê û serkeftina wê de erênî nirxand.

Li gorî ragihandina MSD’ê, hevdîtina di navenda Wezareta Karên Derve ya Swed de erênî û avaker bû û hikumeta Swedê piştgiriya xwe ji vê yekê re nîşan da.

Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz Û Kesayetên Demokratîk piştî 6 komxebatan li Brukselê hat avakirin. Ev komxebat ji aliyê MSD'ê ve li gelek welatên Ewropayê hatin lidarxistin û gelek sazî, hêz û kesayetên serbixwe yên sûrî beşdar bûn. Komîteyê heta niha reşnivîsa belgeyan a taybet bi kongreyê amade kir û bi gelek hêz û kesayetan re têkilî danî.

MSD’ê di 2018-2019 û 2020’an de 3 komxebatên diyalogê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xisitin. Geke sazî û kesayetên niştimanî ji herêmn cuda yên Sûriyê beşdarî bûn. Her wiha di çarçoveya rêveçûna diyaloga sûrî-sûrî de ya 6 civînên xebata diyalogê li Ewropa li dar xistin.

Çavkanî: Nivîsgeha Ragihandinê ya MSD.