Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê li dijî xeta xiyanetê banga berxwedanê kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê xiyaneta PDK'ê ya li gelê Kurd şeremzar kir û li hemberî xeta xiyanetê banga tevlêbûna berxwedanê kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê li dijî xeta xiyanetê banga berxwedanê kir
7 cotmeh, 2021   13:17
ŞEHBA

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê li ber navenda xwe ya li bajarokê Til Qerah ê navçeya Ehdasê kom bûn. Endama rêveber a meclisê Xedîce Îbo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo gelê me yê Kurdistanê û tevahî gelên azadîxwaz û aştîxwaz ên cîhanê: Ji ber berxwedan û fedekariyên gel ên li hemberî hêzên zalim û dîktator, bi taybet faşîzma Tirkiyê gelek şoreş ji bo parastina rumeta mirovahiyê rabûn da ku civakê vegerînin xeta wê ya xwezayî. Di encamê de faşîsta Tirk gelek derbe li dû hev xwarin û nekarî tu encamî bi dest bixe. Ji ber vê yekê PDK'ê li dijî şoreşgerên edaleta civakî sor dike. Di kemîna hêzên PDK'ê de 5 gerîla şehîd bûn û yek dîl hate girtin.

Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê aqûbeta hevalê me yê dîlgirtî bi lez eşkere bike û cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem radestî malbatên wan bike. Divê gelê me beşdarî pêngavên berxwedana şoreşgerî bibin da ku serkeftin pêk were."

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyên şeremzarkirina xiyaneta PDK'ê û silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Za3yA0M9f3o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>