Ciwanên Reqayê îxaneta PDK'ê û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, şermezar kirin. Her wiha piştgiriya xwe ji berxwedana gelê Şengalê re nîşan da.

Ciwanên Reqayê îxaneta PDK'ê û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
7 cotmeh, 2021   12:51
REQA

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan îro li ber Meclisa Ciwanan a li bajarê Reqayê bi diruşmeya 'Şengal ji êşa qirkirinê ber bi serkeftina îradeyê ve' daxuyaniyek da. Ji rêveberên Meclisa Ciwanên Reqayê Buşra El-Naêf daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

"Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Avaşîn, Metîna, Zap û Mem Reşo bi tundî şermezar dikin.

Em her wiha îxaneta PDK'ê di kuştin û koçberkirina gelên Kurdistanê de û alîkarîdayîna dagirkirina Şengalê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve şermezar dikin.

Îro PDK'ê dîsa îxanetê li Şengalê û gelê wê dike û şerê saziyên wê dike, bi vî awayî li her derê ji bo xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker şerê projeya Rêveberiya Xweser dike. PDK'ê her wiha nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen nêzî 4 mehan revandibû.

Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan em piştgiriyê didin berxwedana gelê Şengalê ku soz daye bi hemû hêza xwe parastina Şengalê bikin. Em soz didin ku em ê li dijî van êrişan li kêleka wan bin û gelê Şengalê û axa wê biparêzin.

Em bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û ciwanên Reqayê bi taybet dikin ku li dijî komployên ku gelên azadîxwaz hedef digirin, serî hildin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bnNPOlc0Pk0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>