Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya trafîkê plan danîn

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên trafîkê yên li praniya bajarên mezin ên herêmê plan danîn.

Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya trafîkê plan danîn
7 cotmeh, 2021   12:29
REQA-RUBA EL-ELÎ

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara wesayitan zêde bûye. Ew yek ji ber hêsankirin û birêxistinkirina xebatên qeydkirina erebeyan û ji ber hejmara zêde ya niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet piştî ku şêniyên herêmên cuda yên Sûriyê jî hatin herêmê, pêk tê.

Ji ber wê li navendên bajarên mezin û sûkan aloziya trafîkî derdikeve. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser komîteyeke hevbeş di navbera desteyên peywendîdar de amade kir, mîna Desteya Karên Hundirîn, Şaredarî, Rêveberiya Trafîkê û Gumrikê.

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Jozêf Lehdo diyar kir ku desteyên navborî li civînê bûn da ku pirsgirêkên trafîkê çareser bibin û wiha domand: “Rêveberiya Trafîkê wê tevgera trafîkê bi rêxistin bike. Şaredarî wê peyareyan vala bike, rêyan sererast bike û rêyên girtî veke. Her wiha Gerînendetiya Gumrikê dê tevgera bazirganiya wesayîtan bi rêxistin bike.”

Lehdo bal kişand ser hin planên din yên ji bo peydakirina alavên veguhestinê yên giştî li gundên li rex bajarên mezin ku bi wê yekê dê qerebalixa erebeyan sivik bibe û hejmara erebeyên taybet ên ku ji wan gundan tên kêm bikin. Her wiha piştrast kir ku komîteya hevbeş ya were avakirin dê nuqteyên çavdêriyê li cihên pêwîst deyne da ku vê xebatî bişopîne.

Lehdo behsa pêşniyarên di civînê de hatin pêşkêşkirin, kir û wiha rêz kirin: “Li ser asta stratejîk, dê pire bên avakirin, rêyên taybet ji bo kamyonan werin avakirin da ku di bajêr re derbas nebin. Her wiha ji bo rawestandina erebeyan dê gelek gerac bên avakirin û rêyên qerebalix werin firehkirin.”

(şx)

ANHA