​​​​​​​Herêma Pîşesaziyê ya Qamişloyê ji bermahiyên li nava kolanan hate paqijkirin

Zabîteya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, bi armanca paqijgirtina bajêr û zêdekirina çandina daran, li Herêma Pîşesaziyê ya Qamişloyê, dest bi hemleya rakirina bermahiyên li kolanan kir.

​​​​​​​Herêma Pîşesaziyê ya Qamişloyê ji bermahiyên li nava kolanan hate paqijkirin
7 cotmeh, 2021   10:58
QAMIŞLO

Zabîteya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji bo xweşikirina Herêma Pîşesaziyê (Medînê  Sînaiyê ) û zêdekirina çandina daran, ev demeke dest bi xebatê kirine.

Endamê Rêveberiya Zabîteyê ya bajarê Qamişlo Muhened Faris diyar kir ku ev 3 meh in wan hemleya paqijkirina herêma Pîşesaziyê dest pê kiriye û wiha domand: “Me ev hemle bi armanca çêkirina bexçeyên biçûk ji dikandaran re û zêdekirina rûberên kesk di herêmê de dest pê kiriye."

Her wiha destnîşan kir ku hemleya wan wê dewam bike da ku ew karibin dîmeneke xweşik li herêmê çêbkin û êdî xwediyên dikanan bermahiyên karê xwe li nava kolanan bi cih nekin.

Muhened Faris wiha bi dawî kir: “Her qadek derdora 500 metreyî bû. Me di nava hemleyê de gelek jeneratorên dikandaran ên ku danîbûn naverasta kolanan rakirin. Her wiha got, ev ji bo dîmenê Herêma Pîşesaziyê jî û ji bo xwediyên dikanan jî gaveke baş e."

(sb)

ANHA