​​​​​​​Hatîp Dîcle û Nursel Aydogan jî banga tevlêbûna kampanyaya 8’ê Cotmehê kir

Ji bo kampanyaya hashtagê ku di sibê dest pê dike, parlamentera berê ya HDP'ê Nursel Aydogan û hevserokê berê yê KCD’ê Hatîp Dîcle jî banga tevlêbûnê kir.

​​​​​​​Hatîp Dîcle û Nursel Aydogan jî banga tevlêbûna kampanyaya 8’ê Cotmehê kir
7 cotmeh, 2021   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vîdeoyekê de ku Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê weşand, hevserokê berê yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle û parlamentera berê ya HDP'ê Nursel Aydogan ji bo kampanyaya hashtagê banga tevlêbûnê kir.

Nursel Aydogan got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiyê divê birêz Ocalan xwedî şert û mercên azad be. Ji ber vê yekê ez her kesî bi hesasiyeteke ji bo çareserî û aştiyê vedixwînim ku di 8’ê Cotmehê de destekê bidin kampanyaya hashtagê. Ji birêz Ocalan re azadî."

Banga Hatîp Dîcle jî wiha ye: "Divê em azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd, avakirina demokrasiya li Tirkiyê û aştiyeke mayînde ya adil û birûmet li Rojhilata Navîn misoger bikin. Bi vê armancê em bang li her kesî dikin ku tev li kampanyaya hashtagê bibin ku dê 8 'ê Cotmehê dest pê bike. Ji birêz Ocalan re azadî."