Mahsûm Hesen: Me xwestekên xwe ji PDK’ê re şandin û hîna bersiv nehatine

Endamê komîteya amadekar a çalakiya konvedanê bang li gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê kir ku li hember sûcên PDK’ê serî hildin û diyar kir çalakiya kon dê heta bersivdana xwestekên wan berdewam bike.

Mahsûm Hesen: Me xwestekên xwe ji PDK’ê re şandin û hîna bersiv nehatine
6 cotmeh, 2021   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina îxaneta PDK’ê û şehîdxistina 7 gerîlayan bi daxwaza cenazeyên wan konê çalakiyê li dergehê Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de veda.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan û endamê komîteya amadekar a çalakiya konvendanê Mahsûm Hesen li ser armanca lidarxistina vê çalakiyê axivî.

Hesen wiha got: “PDK’ê îxanet û ajantiya xwe ji dagirkeriya Tirk re îsbat kir ku ew hevkarê planên dewleta Tirk ên qirêj e. Ji lew re me çalakî ji bo şermezarkirina vê îxanetê li dar xist.”

Hesen diyar kir ku sedema ku şêniyên Rojava berê xwe dergehê Sêmalka ew e ku peyamekê bidin PDK’ê ku gelê Rojavayê Kurdistanê gelekî berxwedêr e û li hember tevahî siysetên dijberiya gelê Kurd serî hildide. Her wiha malbatên şehîdan û tevahî şêniyên Rojava li hember sûcên PDK’ê bê deng namînin û dê têkoşîna xwe bilind bikin.

Mahsûm Hesen wiha li gotina xwe zêde kir: “Rojavayê Kurdistanê ku di oxira pêkanîna aştî û ewlehiyê de bibe de 13 hezar şehîd da, nahêle dagirkeriya Tirk ne jî PDK’ê vê ewlehiyê têk bibin.”

‛DIVÊ GELÊ ME YÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI HEMBER ÎXANETA PDKÊ SERÎ HILDE’

Hesen peyamek ji gelê Kurd bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê re şand ku li hember îxaneta PDK’ê serî hildin û ev tişt got: “Divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê hêzên xwe bikin yek da ku planên li dijî gelê Kurd têk bibin.”

Hesen got ew Meclisa Malbatên Şehîdan bi rêya dezgehên çapemeniyê xwestekên xwe ji PDK’ê re şandin ku cenazeyên her du şehîdan wergirin, lê heta niha tu bersivên wan nehatine.

Hesen wiha gotina xwe bi dawî kir: “Dê çalakiya konvedanê heta radestkirina cenazeyên her du şehîdan ji malbatên wan re û bersivdana ji xwestekên wan re berdewam bikin.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Pbhc9qLWDiU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>