Çavkaniyekî leşkerî: Hedefgirtina hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve pêk hat

Çavkaniyekî leşkerî ji navçeya Eyn Îsa ji ajansa me re eşkere kir ku hedefgirtina hêzên hikumeta Şamê ya duh, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li nêzî gundê El-Genterî li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê pêk hat.

Çavkaniyekî leşkerî: Hedefgirtina hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve pêk hat
6 cotmeh, 2021   08:01
EYN ÎSA

Di hedefgirtina duh ya hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk de, 4 leşker birîndar bûbûn, birîna 2 leşkeran giran bû.

Li gorî çavkaniyê leşkerî, piştî ku çeteyan mayîn bi hêzên hikumetê de teqend, bi çekên sivik ew kirin hedef û gule li wan reşandin.

Nûçegihana me ya li herêmê jî wêneyên erebeya ku bûye hedefa çeteyan kişandin, li gorî wêneyan erebe rastî gelek gulebaranan hatibû.

Leşkerên ku birîndar bûne, ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneyên Eyn Îsa û Reqayê.

ANHA