Malbata şehîd Tolhildan û Serdem cenazeyê zarokên xwe ji PDK'ê xwestin

Malbatên gerîlayên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî bang li PDK`ê kir ku cenazeyê zarokên wan bidin wan û got, PDK`ê sîxurtiyê  ji dewleta Tirk re dike û dê nehêlin ku cenazeyên zarokên wan di destê wê de bimînin.

Malbata şehîd Tolhildan û Serdem cenazeyê zarokên xwe ji PDK'ê xwestin
6 cotmeh, 2021   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya 3'yê Cotmehê weşandiyê de têkildarî gerîlayên li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûn ev agahî da: " Şeva 28-29'ê Tebaxê, komeke me ya gerîla ya ji 7 kesan, dema ku hewl dida ji herêma Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibe, li ser Çemê Zê saet di 02:30'î de bûn hedefa êrişa hêzên PDK'ê. Koma me ya gerîla dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, bêyî ku dengek li wan bê kirin an jî fîşekek ji bo hişyarkirinê bê teqandin, ji çar aliyan ve bi çekên giran gule li wan hate reşandin. Zelal bû ku di encama vê êrişê de 5 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî dibe ku bi birîndarî dîl hatibe girtin. "

Ji gerîlayên ku şehîd bûne 2 ji Rojava ne, Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) û Yûsif Îbrahîm (Serdem Cûdî). Li hemberî kirinên PDK`ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re gelê Kurdistanê nexasim şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşan didin.

Duh şêniyên kantona Cizîrê, malbatên şehîdan û malbata şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî berê xwe dan dergehê Sêmalka, xwepêşandan lidar xistin û xwestin ku cenazeyê zarokên wan radestî wan bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê konê çalakiyê vekir.  Çalakiya bi kon wê dewam bike heta ku cenazeyê her du şehîdan radestî malbatên wan were kirin.

Têkildarî mijarê dayika şehîd Tolhildan Raman, Eyşanê Temir wiha axivî: "Ez hatim dergeha Sêmalka da ku cenazeyê keça min ku ji aliyê çekdarên PDK`ê ve hate şehîdxistin, bidin min. Keçeke min di berxwedana li Bakurê Kurdistanê de şehîd bû û min cenazeyê wê nedît. Niha jî keça min Tolhildan bi xiyanet şehîd bû. Ez derfetê nadim ku cenazeyê keça min di destê PDK`ê de bimîne."

Dayika Eyşnê wiha domand: "Keça min şehîda hemû gelê Kurd e. Ez cenazeyê keça xwe dixwazim da ku li ser xaka xwe were oxirkirin û ez karibim her demekê serdana wê bikim."

Dayik şehîd Tolhildan kirinên PDK`ê şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çawa bira birayê xwe bikuje! PDK`ê sîxura dewleta Tirk e." 

Her wiha xuşka şehîd Serdem Cûdî, Hewasa Yûsif jî ji PDK`ê xwest ku cenazeyê birayê wê radestî wan bikin û ev tişt anî ziman: "Em bang li PDK`ê dikin ku cenazeyê zarokên ku parastina xaka Kurdistanê dikirin, radestî me bike."

Di dawiyê de Hewasa Yûsif anî ziman ku çalakiya wan dê dewam bike heta ku xwesteka wan bi cih were û got, divê cenazeyê şehîd Serdem di xaka xwe de were veşartin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9EmZppfJIF8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>