KNK-Rojava banga cezakirina kujerên şehîd Şukrî Serhad kir

Endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava Merwan Hesen bang li desthilata Başûrê Kurdistanê û YNK`ê kir ku kujerên şehîd Şukrî Serhad ceza bikin û rê li pêşiya mudaxeleyên dewleta Tirk ên di Başûrê Kurdistanê de bigirin.

KNK-Rojava banga cezakirina kujerên şehîd Şukrî Serhad kir
6 cotmeh, 2021   04:14
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) di 17`ê Îlonê de ji aliyê istixbarata dewleta Tirk (MIT) ve li taxa Çarçira ya Silêmaniyê hat şehîdxistin. Lê heta niha sûcdar nehatine cezakirin.

Her wiha di 16`ê Îlonê de dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê gule li Welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ê ji Bakurê Kurdistanê ku li Silêmaniyê li kompaniyekê de kar dikir reşand û wî birîndar kir.

Têkildarî mijarê endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava (KNK-Rojava) Merwan Hesen ji ajansa me re axivî û got: “PKK`ê ji bo xilaskirina Kurdan ji qirkirin, koletiyê û ji bo mafên Kurdan bi dest bixe, ava bû. Lewra kadro û rêveberên wê ji aliyê MIT`a Tirk ve tên hedefgirtin. Dewleta Tirk a faşîst serhildana Kurdan a li dijî siyasetên wê yên kapîtalîst red dike.”

Hesen wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de hebûn û tevgerên xwe yên istixbaratê li Başûrê Kurdistanê de zêde kirin. Bûyerên mîna hedefgirtina şehîd Şukrî Serhad ne nû ne, MIT`a Tirk hertim têkoşer û rêveberên Kurdan dike hedef.”

Hesen diyar kir ku AKP`ê ne tenê dijminatiya PKK`ê dike, lê belê ew her hemû hêzên Kurdan ên azadîxwaz, dike hedef û wiha domand: “Em ji bîr nakin ku dewleta Tirk yekemîn dewleta ku li dijî referandoma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê derketibû. Ji ber wê hemû têkoşer û xwedî roleke pêşeng di doza Kurd de, ji bo dewleta Tirk xeter in.”

`HEDEFGIRTINA TÊKOŞEREKÎ KURD LI SER AXA KURDISTANÊ CIHÊ MIXABINIYÊ YE`

Hesen got, dewleta Tirk a dagirker bi planên xwe yên nû li Başûrê Kurdistanê dixwaze hêza Kurd a li Başûrê Kurdistanê ava bûye, tune bike û wiha pê de çû: ''Di her carê ku dewleta Tirk êrişî çiyayên Kurdistanê dike de, dibêje ev hemleya wê ya dawî ye ku dê Tevgera Azadiyê (PKK) tune bike. Lê hemû hemleyên wê bi serkeftina gerîlayên tevgera azadiyê bi dawî dibin. Ji ber ku gerîla

Hesen bang li desthilata Başûrê Kurdistanê û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku kujerên şehîd Şukrî Serhemd ceza bikin û rê li pêşiya mudaxeleyên dewleta Tirk a dagirker di Başûrê Kurdistanê de bigirin da ku kurd bibin yek û got: “Pêkanîna MIT`a Tirk van bûyeran li dijî rêveberên Kurdan li ser axa Kurdistanê cihê mixabiniyê ye.”

Merwan Hesen di dawiyê de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya hedefgirtina rêveberên Kurd li Başûrê Kurdistanê armanc dike fitneyê di navbera partiyên siyasî ya Kurd de derxe, lewra bang li pêkanîna yekitiya Kurd di zûtirîn dem de kir da ku ewlehiya neteweyî ya Kurdistanê were parastin. Hesen daxuyand heke ev yek pêk nehat, wê MIT`a Tirk hedefgirtina rêveberên Kurd û êrişan li dijî herêmê bidomîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qe77Csj4Qho" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>