Qedexeya giştî ya li herêma Firatê di roja 4'an de ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Firatê qedexeya giştî ragihand da ku pêşî li vîrusa Koronayê ya pêla 4’emîn were girtin.

Qedexeya giştî ya li herêma Firatê di roja 4'an de ye
5 cotmeh, 2021   16:46
KOBANÊ

Piştî hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê ya pêla 4’emîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bû Rêveberiya Xweser qedexeya giştî li herêmên xwe ragihand.

Li gorî biryara qedexeyê, ji bilî saziyên ku pêdiviya wan bi kar heye, nexweşxane û dermanxane, tevahî saziyên Rêveberiya Xweser tên girtin. Her wiha dibistan, zanîngeh û peymang, dikanên bazirganiyê jî tên girtin, tenê dikanên xwarinê vekirî dimînin.

Ji bo garantiya pêkanîna biryara pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa Koronayê dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajaran degirin. Lê hin binpêkirina biryaran ji hêla şêniyan hebûn.

Li ser vê yekê Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ezîze Îbrahîm wiha got: "Ji ber ku hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li herêmê zêde bûn, me qedexeya giştî li herêmê ragihand, lê pêkanîna biryara qedexeyê lawaz e û ev jî dê bibe sedema karesatekê. Divê şênî ji bo têkbirina vê pandemiyê bi me re alîkar bin."

Ezîze Îbrahîm diyar kir ku li gel hin kesan nîşaneyên nexweşiya Koronayê hene, lê bawer nakin, ji ber nîşaneyên Korona mîna yên sermayê ne. Lê piştî demekê rewşên wan giran û xeternak dibin û dermandkirina wan zehmet dibe.

Ezîze Îbrahîm wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bi hêvî ne ku şêniyên li gel wan nîşaneyên Koronayê hene berê xwe bidin navenda Koronayê ya li gundê Yêdiqê û testên guncaw çêkin. Ji ber ku ev nexweşî vedigire."

Li gorî daneyên dawî ya Desteya Tendurisiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 5’ê vê Cotmehê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 29 hezar û 132 welatî bi Koronayê ketine, ji wan 2 hezar û 209 baş bûne û 968 mirine.

(fr)

ANHA