​​​​​​​Li deriyê Sêmalkayê sersaxî ji malbatên şehîd Tolhildan û Serdem re  hate xwestin

Di bin konê çalakiyê yê li deriyê sînor ê Sêmalkayê hatiya vedan de, ji bo gerîla Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) û Yûsif Îbrahîm (Serdem Cûdî) yên li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûn, sersaxî hate xwestin.

​​​​​​​Li deriyê Sêmalkayê sersaxî ji malbatên şehîd Tolhildan û Serdem re  hate xwestin
​​​​​​​Li deriyê Sêmalkayê sersaxî ji malbatên şehîd Tolhildan û Serdem re  hate xwestin
​​​​​​​Li deriyê Sêmalkayê sersaxî ji malbatên şehîd Tolhildan û Serdem re  hate xwestin
​​​​​​​Li deriyê Sêmalkayê sersaxî ji malbatên şehîd Tolhildan û Serdem re  hate xwestin
​​​​​​​Li deriyê Sêmalkayê sersaxî ji malbatên şehîd Tolhildan û Serdem re  hate xwestin
​​​​​​​Li deriyê Sêmalkayê sersaxî ji malbatên şehîd Tolhildan û Serdem re  hate xwestin
​​​​​​​Li deriyê Sêmalkayê sersaxî ji malbatên şehîd Tolhildan û Serdem re  hate xwestin
​​​​​​​Li deriyê Sêmalkayê sersaxî ji malbatên şehîd Tolhildan û Serdem re  hate xwestin
5 cotmeh, 2021   16:23
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina îxaneta PDK’ê  û bi daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan konê çalakiyê li deriyê sînor ê Sêmalkayê veda. Bi hezaran şênî tev li çalakiyê bûn û sersaxiya malbatên her du şehîdan kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê, Rêveberiya Xweser û Kongreya Star axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de êrişa çekdarên PDK’ê yên li dijî gerîlayên HPG’ê  hatin şermezarkirin. Axêveran got, pêdiviya merheleyê bi yekitiya Kurd li hember êrişên li dijî çar parçeyên Kurdisatnê heye.

Axêveran da zanîn ku di demekê de ku pîlomatên Kurd hewl didin bi tevahî pêkhateyên herêmê re hevdîtinan bi hêzên navneteweyî re pêk bînin ku bi mafên gelê Kurd û tevahî gelên bindest nas bikin û siyasetên dagirkeriya Tirk eşkere bikin, PDK’ê tevî arêtşa Tirk a dagirker çekdarên xwe sewqî herêmên hêzên gerîla yên li çiyayên Kurdistan û Şengalê dike ku êrişî wan bikin.

Her wiha axêveran got, PDK’ê bi rêya beşdariya wê di êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî çiyayên Kurdistanê de dijminatiya xwe ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê re nîşan da û îxaneta li mafên gelê Kurd ên li çar parçeyan eşkere dike.

Axêveran got, wê çalakiya konvedanê heta radestkirina cenazeyên berdewam bike.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeyên her du şehîdan ji hêla Meclisa Malbatên Girkê Legê ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên şehîdan teqez kir ku ew ê li ser şopa şehîdên xwe heta pêkanîna armancên wan bimeşin û îxaneta PDK’ê ya hedefgirtina HPG’ê şermezar kir.

Tê payîn şêniyên Dêrikê heta sibehê nobetdariyê li bin konê bigirin û dê piştre jî şêniyên Girê Legê nobetdariyê bigirin.

(fr)

ANHA