Aldar Xelîl ji bo kampanyaya azadiya rêber Abdullah Ocalan banga piştgiriyê kir

Aldar Xelîl ji bo kampanyaya 8'ê Cotmehê ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan banga piştgiriyê kir û diyar kir ku bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan re dê pirsgirêkên li herêmê bên çareserkirin.

Aldar Xelîl ji bo kampanyaya azadiya rêber Abdullah Ocalan banga piştgiriyê kir
5 cotmeh, 2021   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji gelek welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê bangewazî ji bo kampanyaya hashtagê ya Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê tên.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî peyameke piştgiriyê da.

Aldar Xelîl di vîdeoyeke de ku Meclisa Dîjîtal a Kurdistanê li ser hesabê xwe weşand, got: "Îro ji her tiştî bêhtir divê em têkoşîna azadî û demokrasiyê mezin bikin û azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger bikin."

Peyama Aldar Xelîl wiha ye: "23 sal e rêber Apo bi komployeke navneteweyî tê girtin û bi tena serê xwe li zindana Îmraliyê berxwedaneke dîrokî û mezin dimeşîne. Bi zindanîkirina rêber Apo re, armanca hêzên navneteweyî tesfiyekirina tevgera azadiyê û têkoşîna demokrasiyê ya li herêmê bû. Îro roj roja wê ye ku têkoşîna azadî û demokrasiyê mezintir bikin. Bi azadiya fîzîkî ya rêber Apo re dê rê li ber çareseriya pirsgirêkên li herêmê vebe. Azadiya fîzîkî ya rêber Apo tê wateya azadiya hemû gelan. Tevahiya gelên Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li herêmê vê rastiyê nas dikin û têkoşîna xwe li gorî vê didomînin. Azadiya me tevan, girêdayî azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dyFPjr5axLQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>