Dewleta Tirk rekora komkujiyên kîmyewî jî şikand

Dewleta Tirk ku xwedî dîrokeke komkujiyan e, di êrişên xwe yên hovane yên li dijî Kurdan de guh nade sînoran.  Dewleta Tirk bi tenê di nava mehekê de 157 êrişên kîmyewî li dijî gerîla pêk anîn.

Dewleta Tirk rekora komkujiyên kîmyewî jî şikand
5 cotmeh, 2021   01:46
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

HPG'ê di bîlançoya xwe ya mehane ya şer de ku 23'yê Îlonê weşandibû, ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di nava mehekê de 157 êrişên kîmyewî li dijî gerîla pêk anîne. Dewleta Tirk ku di tevahiya dîroka xwe de bi dehan caran li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û Kurdan çekên kîmyewî bi kar anîn û bi vî rengî rekoreke nû di hovîtiya xwe de şikand.

Çekên kîmyewî wek "madeyên ku bi bikaranîna taybetmendiyên jehrî yên madeyên kîmyewî tên hilberandin da ku tesîra texrîbata psîkolojîk a fîzîkî li mirovan bike" tên pênasekirin.

Di hin çavkaniyan tê destnîşankirin ku cara ewilî çeken kîmyewî di dema Bîzansiyan de hatine bikaranîn û di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Almanan li dijî eniyên Fransiyan bi bandora bayê bi kar anîn. Piştre, di sala 1915'an de Fransiyan gaza fosgenê bi awayekî sîstematîk di cebilxaneyan de bi cih kirin û eniyên Almanan pê kirin hedef.     

Di gelek şerên piştî şerê cîhanê yên yekemîn û duyemîn de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Lê belê komkujiya herî mezin a li ser sivîlan hat kirin, komkujiya Sedam a di 16'ê Adara 1988'an de li Helebê li dijî Kurdan bû. Lê belê cihê ku çeka kîmyewî lê hate bikaranîn bi tenê Helebçe nebû. Rejîma Sedam Huseyîn di operasyonên Enfalê de gelek caran û li cihên cuda kîmyasal bi kar anî.

Di demên dawîn de çekên kîmyewî yên ji aliyê hikumetên Îsraîl, DYA û Şamê ve tên bikaranîn, di rojeva navneteweyî de ne û rastî nerazîbûneke mezin hatin. Lê belê tevî ku dewleta Tirk a mêtinger di êrişên xwe yên li hemberî Kurdan de gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîne jî, heman civaka navneteweyî nerazîbûn nîşan neda.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ WEK ALAVEKE KOMKUJIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî gerîla, di salên damezirandinê de jî li dijî Kurdan gazên kîmyewî bi kar anîn. Bi destpêkirina têkoşîna çekdarî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re çekên kîmyewî wek navgînên sereke yên komkujî û qirkirinê yên dewleta Tirk hatin bikaranîn.

Endamê bere yê Meclisa Federal a Almanyayê û biyolog Jan van Aken 'Rapora li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya gengaz a hêzên çekdar ên Tirk' di 30'ê Mijdara 2011'an amade kir û sûcên dewleta Tirk belge kirin.  Di raporêde tê diyarkirin ku fermanek bi îmzeya fermandarê hêzên bejahî yên Tirk yê wê demê Necdet Oztorun di 25'ê Sibata 1986'an de datiye dayîn da ku di şerê li hemberî gerîla de gazên jehrî di şikeft an jî tunelan de bi kar bînin.

Di raporê de gelek tespît hene ku dewleta Tirk 'Peymana Çekên Kîmyewî' (CWC) ya 29'ê Nîsana 1997'an binpê kiriye, her wiha di Îlona 2009'an de 8 gerîlay û di Cotmeha 2011'an de jî 36 gerîla bi çekên kîmyewî hatine şehîdkirin.

Hêzên dagirker ên Tirk tevî çeteyên xwe di êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de, di 9 'ê Cotmeha 2019'an de, fosfora spî bi kar anî. Her çend dewleta Tirk û medyaya wê bi rengekî birêxistinbûyî hewl dan înkar bikin jî, birînên li ser bedenên sivîlên di êrişê de bûn hedef, bi bandora fosfora spî re li hev tên.

Tevî ku li ser bikaranîna fosfora spî di 'Peymana Çekên Kîmyewî' de nîqaş hene jî, ev çek li gorî 'Peymana Çekên Konvansiyonel' a sala 1980'î tê qedexekirin ku li dijî sivîlan bê bikaranîn.

Komkujiyên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan, her çend carinan li qada navneteweyî jî rastî bertekên nejidil hatin jî, hêzên ku ji bo berjewendiya xwe xetereya tunekirina 40 milyon mirovan nedît, di Komkujiya Helebçeyê de jî helwesteke bi heman rengî nîşan da. Li gorî daneyên fermî qetilkirina zêdetirî 5 hezar Kurdan jî ji ber êrişa li ser Quwêtê de li dijî Sedam hate bikaranîn.

Tevî ku di nava mehekê de 157 caran çeken kîmyewî li dijî Kurdan hatin bikaranîn jî, îro jî mîna berê tu ceza li dewleta Tirk nayê birîn.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku tevî gelek bangên sekinandina êrişên kîmyewî jî, hovîtî hê jî dewam dike û got: “Endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) vê rewşê nabînin. Ev çek berî niha carekê an jî du caran li Sûriye û Iraqê hatin bikaranîn û her kesî bertek nîşan da û yên bi kar anîn, hatin cezakirin. Lê belê dema dewleta Tirk bi kar tîne, rewş cuda dibe."

LI GEL KU DAXUYANDIYE KU BI KAR ANÎNE JÎ...

Evîn Cûma bi bîr xist ku dewleta Tirk her çend înkar dike ku bi kar tîne jî daxuyaniyên zelal hene ku çekên kîmyewî bi kar anîne û got: “Dewleta Tirk ne tene li dijî gerîla, lê li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî ev çek bi kar anîn û kesî dengê xwe nekir. Her wiha dema bi kar dianî hincetên cuda nişan dan û daxuyaniyên wekî 'me mîqdareke biçûk bi kar anî' dan. Ya rast ew e ku dewleta Tirk gelek caran ev çek bi kar anîne."  

Evîn Cûma ji rêxistinên mafên mirovan û endamên NY’yê xwest ku CWC'ê pêk bînin û ceza li dewleta Tirk ferz bikin da ku hovîtiya kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker rawestîne.

Tevî bangên saziyên Kurdan bi taybetî KCK'ê û Navenda Parastina Gel, ji bo ku mijar bikeve rojevê, hê tevgereke navneteweyî çênebûye.

Dewleta Tirk di nava mehekê de 157 êrişên kîmyewî pêk anîn û di nava wan dewletan de ye ku herî zêde çekên kîmyewî bi kar tînin. Lê belê rastiyeke din a balê dikişîne jî ew e ku cîhan li hemberî rewşê bê deng dimîne û wekî ku tune ye, tev digere. Pirsa ku divê were bersivandin ev e; ji bo ku ev hovitî bikeve rojevê divê çend Kurdên din bên qetilkirin û civata navneteweyî nakokiyeke xwe ya berjewendiyan a çawa bi dewleta Tikr re hebe?

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4VFu2PeagQs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>