Ciwanên Minbicê berxwedana Şengalê silav kir

Ciwanên Minbicê hewldanên PDK'ê yên ketina Şengalê û hevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re li dijî gelên azad şermezar kirin û berxwedana Şengalî silav kir.

Ciwanên Minbicê berxwedana Şengalê silav kir
4 cotmeh, 2021   18:11
MINBIC

Endamên  Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê ber avahiya Tevgera Ciwanan a li naverasta bajêr kom bûn û daxuyaniyek hevbeş da. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Tevgerê Ciwanan a Minbic û Gundewarên wê Ehmed El-Cimêlî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Îxaneta we nikare vîna şêniyên me li Şengalê têk bibin û îxanet sûceke we mîna yên çeteyan e ku xizmetî ajandeyên dewleta Tirk a faşîst  dikeku ji deh salan ve hewl dide mirovên azad qetil bikin.

Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarên wê li pêşberî sûcên li dijî şêniyên me yên li Şengalê destgirêdayî namînin. Em soz didin ku em ê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re li dijî tevahî şêweyên zulm, îxanet û sîxurtiya ku PDK’ê li dijî gel dike bibin yek dest."

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmên silavkirina berxwedana Şengalê hatin berzkirin.

(fr)

ANHA