Ji nirxandinên Rêber Ocalan detayên komploya navneteweyî-2

​​​​​​​Rêber Abdullah Ocalan: “Komplo di şexsê min de bi tenê ne li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Tirkan jî hatibû kirin. Şêweyê radestkirina min û niyeta kesên di vê de rol girtin, ne bi dawîkirina teorê û çareserî bû, dixwestin bingehê şerekî sedsalekî din dewam bike kûr bikin.”

Ji nirxandinên Rêber Ocalan detayên komploya navneteweyî-2
5 cotmeh, 2021   00:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan pevajoya komploya navnetewî ya 9 Cotmeha 1998`an di pirtûka "Manîfestoya Şaristanıya Demokratîk Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de wiha dinirxîne;

Derketina ji Sûrî bi operasyona NATO-Gladîo re têkildar e. Eger em jihevcudabûna di nava artêşa Tirk de û Gladîo’yê de li ber çavan negirin, em nikarin vê operasyonê rast şîrove bikin. Bi qasî tê yeqînkirin, Serokatiya Fermandariya Giştî ya I. Hakki Karadayi û Huseyin Kivrikoglu serdestî her tiştî nebûn. Di pirsgirêka Kurd de nêzî helwesta Eşref Bitlis bûn. Li gorî wan bi şer bi temamî tesfiyekirina Kurdan hem ne pêkan bû, hem jî ne rast bû. Çareseriya siyasî û aştiyane ya Turgut Ozal û Eşref Bitlis dixwestin bidin destpêkirin hem weke erkeke welatparêziyê, hem jî li gorî têgihiştina şerê klasîk di cih de didîtin. Sakip Sabanci jî di nava TUSIAD’ê de temsîla beşekî dikir ku xwedî li vê xetê derdiket. Di nava MIT’ê de Serokê Daîreya Kontrgerîlla Mehmet Eymur û ji nava Emniyetê jî Hanefî Avci nêzîkatiyên wan parelelî heman xetê bûn. Ev ekîbê bûyer Sûsûrlûkê jî nirxandibû û li dijî lobiya şer pêngavek avêti bû. Dogan Gureş û Çevîk Bîr temsîla ekîba dijber an jî baskê Gladîo’yê dikirin

 

Hewldanên reşkujiyê yên li beramberî Sakip Sabanci û Huseyin Kivrikoglu ji aliyê vê ekîbê ve hatibû plankirin. Wekî din, berê jî di serî de li dijî Turgut Ozal û Eşref Bitlis gelek reşkujiyên bi armanca tesfiyekirina hin kesan di nava dewletê de ji aliyê selefên heman ekîbê, û dûvikên wan ên berê hatibûn pêkanîn. Sala 1990’î li gorî rêûresmên artêşê dora Serokatiya Giştî ya Fermandariyê hatibû Muhittin Fisunoglu. Kengî li derveyî rêzik û pîvanan Dogan Gureş bû Serokê Giştî yê Fermandariyê derz û nakokiya di navbera wan de mezin bû. Ekîba din, bi çaya jehr xistibû navê hewl da du eskerên sempatîzanê PKK’ê yên di nava artêşê de û Dogan Gureş bikujin. Ev hewldana reşkujiyê tam bi ser neket. Li Îmraliyê kengî dozgerê eskerî yê taybet pirsî kê der barê vê mijarê de biryar daye, min got her du esker sempatîzanê PKK’ê bûn, piştî bûyerê reviyan û tevlî nava refên gerîlla bûn û herdu jî şehîd bûne.

DESTEKDAYÎNA ELMANYA, INGİLİSTAN Û DYA’YÊ JI ŞER E

Min gotibû ez texmîn dikim ku biryar ji nava artêşê hatiye dayîn. Bi vî awayî, jêpirsîna di vî warî de jî bi dawî bû. Di nava artêşê de nakokiyên bi vî rengî heta bi serê sedsala 20. û heta hê beriya wê hene. Ji xistina text a Siltan Ebdulhemîd heta bi hewldana reşkujiyê ya Mistefa Kemal, ji pêvajoya qirkirinê ya li dijî Kurdan a bi komploya 15’ê Sibata 1925’an a li dijî Şêx Seîd dest pê kir û heta bi komployê darvekirina Seyîd Riza 18’ê Mijdara 1937’an, ji girtina Firqeya Serbest (1930) heta bi xistina Înonî ya ji serokwezaretiyê (1937), ji darbeya eskerî ya 27’ê Gulana 1960’î heta bi darbeya postmodern a 28’ê Sibata 1998’an û herî dawî jî piştî salên 2000’î amadekariyên darbeyê bi qasî sed salek derbas bûye û di tevahiya van bûyerên bi vî rengî de şerê heman xetê heye. Pêşî Elmanya, paşê li gorî rêzê hêzên hegemonîk Ingilistan û DYA’yê ji derve destek dane van şeran û bi vî awayî kontrol kirine.

Ev bûyerên reşkujî û komployê hemû bi xwe şerên hegemonyayê yên li dijî gelên Rojhilata Navîn, nexasim li dijî gelên Anatolya û Mezopotamyayê îfade dikin. Ji van şeran a para berxwedana Kurd a PKK’ê pêşengiya wê dike çar demên girîng ên şerê Gladîo ne ku min di beşên berê de bi awayekî pêşnûme pêşkêş kiribû. Şerê hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi kirasê faşîzma Tirkê Spî dewam dikir. Ji dema M. Kemal ve beşekî di nava artêşê de yê ji vê zivêr hebû. Ev beş welatparêz û Anatolîparêz bû.Ji darbeya 27’ê Gulana 1960’î heta bi amadekariyên darbeya piştî salên 2000’î rewşa vî beşî ji komploger û darbekaran 315 cuda bû. Li pişta darbekar û komplogeran bi awayekî bingehîn NATO û Gladîo’ya wê hebû. Herweha di nava civaka sivîl de navend û şaxên xurt ên herdu aliyan hebûn. Ev di nava xwe de timî xwedî nakokî û têkilî ne. Li gorî deman serdestiya wan a li ser hevdu diguhere. Ji aliyê çînî ve jî divê bûrjûwaya mîllî û hevkar temsîl bikin. Ha di navbera van herdu beşan de berî ku ez ji Sûrî derkevim dîsa hevrikî û reqabetê serî dabû. Reqabeta di navbera beşê alîgirê diyaloga bi me re û dijberê wan de, bi desteka Îsraîl û DYA’yê baskê NATO-Gladîo ango beşê alîgirên şer û îmhayê serdest bibûn. Beriya derketinê bi demeke kin, îstîxbarata Îsraîlê bi awayekî neyekser bi israr peyam dida ku divê ez ji Sûrî derkevim. Min veqetîn di cih de nedîtibû. Min fikar dikir ku wê statuya me ya li Sûrî derbeke mezin bixwe. Min ji aliyê stratejîk û îdeolojîk ve rast nedidît. Şer wê di riya xwe ya xwezayî de bimeşiya, di çarenûsê de çi hebû wê ew biqewimiya.

MİROV DİKARE Jİ VÊ PÊVAJOYÊ GELEKÎ HÎN BİBE

Ez ne li ser xeta çarenûsî bûm. Lê ji bo min helwesteke manedar a dijçarenûsê nebû ku ez rabûma min xeta eskerî, polîtîk û îdeolojîk a sîh salî bidiya aliyekî û rota biguherta. Diviyabû ez duristbûma, ne rast bû ku ez li rizgarkirina xwe bifikiriyama.  Piştî ku Atîlla Ateş li ser navê NATO-Gladîo cara dawî hişyar kir, eger Sûrî û Rûsya bi awayekî bi biryar pişta me bigirta şensê me hebû ku me şer derxista asteke jortir û bêhtir berfireh bikira. Lê bihêlin em vê destekê bibînin, herdu welat hêzan wan tunee bû giraniya min a şexsî rakin an jî ji bo vê niyeta wan tinebû. Bi rastî ji bo Sûrî ev ne pêkan bû. Ji Bakur Tirkan, ji Başûr jî îsraîliyan di nava rojekê de karîbûn wê dagir bikin. Eger neketibûna nava panîkê, karîbûn ji bo min cihekî bêhtir di cih de bibînin. Nikarîbûn vê jî li ber çavan bigirin. Jixwe helwesta Rûsyayê bêhtir bêrûmet bû. Di berdêla Projeya Herikîna Kesk û krediya deh mîlyar dolar a IMF’ê de em bi darê zorê ji Moskovayê derxistin. Berî ku ez behsa serhatiya xwe ya Atîna û Romayê bikim, divê em bêhtir ji nêz ve li dema beriya derketinê û dema derketinê binêrin. Ev gelekî girîng e, û mirov dikare ji vê pêvajoyê gelekî hîn bibe.

Ji bo alîgirên şer pirr girîng nîne ku wexta kesên behskirî ji desthilatdariyê dixin ew kesana bêne kuştin an neyê kuştin. Jixwe di nava şer de ne. Bi şer dixwestin heta dawiyê biçin û her astengiya derkeve pêşiya xwe biqelibînin û bi vî awayî bigihîjin armanca xwe. Di nava van astengiyan de pirsgirêka Kurd jî hebû. Bi rêya eskerî bi temamî tesfiyekirina wê difikirîn ango bi awayekî qirkirina Kurdan jî difikirîn. Eger hêzên hegemonîk pişta vê têgihiştina dewama xeta Îttîhad û Teraqîgirên berê bûn negirta ti carî şensê wan ê serketinê tune bû. Ji ber ku wan jî ev zanîbû, ji sedî sed hewcedar desteka DYA, Ingilistan û Îsraîlê bûn. Bi derketina min a ji Sûrî di sala 1998’an de desteka pêdiviya wan pê hebû tedarik kiribûn.

BINGEHA TEVAHÎ BÛYERÊN TİRKİYÊ XETA NATO-GALDÎO YE

Di serê salên 1990’î de desteka DYA û Ingilistanê, di sala 1996’an de jî desteka mutleq a Îsraîlê (Di navbera Îsraîl û Tirkiyê de, di warê eskerî de peymanên hevkariyê yên stratejîk) tedarik kiribûn. Piştî ku alîkariya hewcedariya wan pê hebû tedarik kirin, dor hatibû destwerdana hundir ango wê di nava hukûmetê de guhertinê dixwestin bikirana û di nava artêşê de yên ji wan nexweşbûn wê tesfiye bikirana. Ji serê salên 1990’î ve wê ev jî gav bi gav bi cih bianiyana. Dogan Gureş ê wezîfeya Serokatiya Giştî ya Fermandariyê dewr wergirt pêşî çûn serdana Ingilistanê û di dema vegera xwe ya ji vî welatî de got “Ji bo tesfiyekirina PKK’ê ji me re lampeya kesk vêxistin” ev gotina wî rastiya em behsa wê dikin îfade dike. Çawa ku em dizanin di pêvajoya pêş de bi tenê bi êrîşên îmhakirina Kurdan û PKK’ê qîma xwe naynin, Serokkomar dikujin, di nava hukûmetê de guhertinan dikin, di nava artêşê de tesfiyeyê dimeşînin, li dijî civakê tevgerên pasîfîkasyonê bi rêxistin dikin, rêzeke reşkujiyên rewşenbîr û karsazan pêk tînin û heta bi pîlankirina tevkujiyên girseyî û teslîmgirtina medyayê gelek bûyerên xeternak û şer xistin rojevê. Li vir a kêm ew e, divê mirov van hemûyan weke bûyerên zincîrwarî yên bi hev ve girêdayî fêhm bike. Ji roja Tirkiyê ket NATO’yê heta bi 1998’an di bingehê tevahiya bûyerên siyasî û civakî yên li Tirkiyê de mirov heta xeta stûr a NATO-Gladîo nebîne, nikare ti bûyera girîng, şer û reşkujiyê ji hev derxe. Ya rastî, li dijî daxwazên gelan ên ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê şerekî NATO’yê dest pê kiriye û weke xeleka dawî derxistina min a ji Sûrî di sala 1998’an de li vî şerî hatiye zêdekirin.

DERDÊ RAYEDARÊN SÛRÎ EW BÛ KU EZ Bİ LEZ DERKEVİM

Di dema derketina ji Sûrî de du rê li pêşiya min hebûn: Ya yekê riya çiyû bû, ya dudiyan jî riya Ewrûpayê bû. Eger min riya çiyê hilbijarta ev dihat wê maneyê şerê dijwar bibûya û eger min riya Ewrûpayê tercîh bikira ev jî dihat wê maneyê ku ez li şensê çareseriya dîplomatîk û polîtîk digerim. Çawa ku tê zanîn, amadekariyên ji bo riya çiyê ji zû ve dest pê kiribûn. Derketina çiyê îhtîmala xurt bû. Lê tam di wê pêlê de heyeteke Yewnanî hat cem me. Nûnera me ya Atînayê Ayfer Kaya gelek têkiliyên telefonî bi rayedarên di asta jor de danîbûn. Di encama van têkiliyan de heyeta Yewnan hat cem me û vê bûyerê kir ku em berê xwe bidin Atînayê. Derdê rayedarên Sûrî ew bû ku ez bi lez derkevim. Lê ji çûna min a Ewrûpayê zêde ne dilrehet bûn. Di vê mijarê de alternatîf neafirandin û ev ciddî qusûra wan e. Ya rastî, di nava hesabên me de çûna Atînayê tinebû. Firsendek bû. Min ji ciddiyeta dostên li wir jî bawer kiribû û lewma min fikar nekir ku ez vê firsendê bi kar bînim. Eger min zanibûya ez ê bi wê tabloyê re rûbirû bibim, ji sedî sed ez nediçûm Atînayê. Li vir pirsa divê mirov bike ev e: Li Yewnanistanê jî beşê Gladîo bi hêz e, gelo di senaryoya derketina min de xwedî rol bû? Ez nikarim bersiveke vebirrî bidim. Ez mijar hewcedariya xwe bi lêkolînê heye. Heye ku di radestkirina min a Tirkiyê de DYA’yê bi rêveberiya Tirkiyê re li hev kiribe ku pirsgirêkên bi Yewnanistanê re çareser bikin. Ji bo vê, dibe ku bi kêmanî di asta sozdan û prensîbê de li hev kiribin. Nexasim di çareserkirina pirsgirêkên Ege û Qibrisê de îhtîmaleke xurt e, niyetên xwe diyar kiribin. Ji sedî sed divê mirov ji bîr neke ku Tirkiyê di vê mijarê de kare bêsînor paşve gav biavêje.

Sûriyê di 9’ê Cotmehê de bi hosteyî berê balafirê guhert û li Atînayê daxist. Kengî balafir li Atînayê daket Sûrî dilrehet bibû. Dema ez li Atînayê daketim Kalenderîdîs derket pêşiya min. Kalenderîdîs serbazek bû di NATO’yê de wezîfedar bû û demeke dirêj li Tirkiyê mabû. Heman wezîfe li Swêdê jî meşandibû. Îhtîmal hebû ku di Gladîo’ya Yewnan de cih digirt. Gelekî dostane xuya dikir. Di navbera me de rêberekî balkêş jî hebû. Hinek belgeyên NATO’yê bi dizî dabûn min.

TÊKİLİYÊN Bİ NAVÊ DOSTANİYÊ HATİBÛ DANÎN ZÊDE EWLE NEBÛN

Belkî jî bi sedema ku ez pê ewle bibim, wisa kiribû. Li heman balafirgehê wî ez bi xwe birim cem generalê hewayî û Şefê Îstîxbaratê Stavrakakîs ê li odeyekê radiwestiya. Stavrakakîs ji min re got, ji bo demekê be jî nabe ez li Yewnanistanê bimînim. Helwesta xwe di vî warî de hişk bû û mîna bibêje Nûh lê nebêje pêxember ji ya xwe nehat xwarê. Dostên soz dabûn me li naverastê xuya nedikirin. Heta êvarê me li ber hev da. Bi awayekî xweber têkiliya me ya Moskovayê Numan Uçar ket dewreyê. Me bi balafireke taybet a Yewnan berê xwe da Moskovayê. Di wê demê de Rûsya di nava kaoseke ekonomîk de bû. Me bi riya Serokê Partiya Demokrat a Lîberal Jîrînoskî xwe li Moskovayê danî. Îcar Şefê Îstîxbarata Hundir a Rûs derket pêşiya me. Ew jî xwedî hewayeke wisa bû, Nûh got pêxember negot. Di wan şertan de em nikarîbûn bimana. Di wan rojan de qaşo ez sîhûsê rojan veşartî mam. Yên ku ez li cem wan dimam û bi min re eleqedar dibûn siyasetvanên bi koka xwe Cihû bûn. Min ji wan bawer dikir ku durist in. Bi rastî dixwestin min veşêrin. Lê min nikarîbû ku ez vê rêbazê qebûl bikim. Di nava vê demê de hem Serokwezîrê Îsraîlê Şaron, hem jî Wezîra Karê Derve ya DYA’yê Allbright hatibûn Rûsyayê. Serokwezîrê wê demê yê Rûsyayê Pîrîmakov bû. Hemû jî bi koka xwe Cihû bûn. Herweha Serokwezîrê demê yê Tirkiyê Mesût Yilmaz jî di dewrê de bû. Di dawiya dawî de li ser Projeya Herikîna Kesk û krêdiya IMF’ê ya deh mîlyar dolarî li hev kirin û bi vî awayî rê li derxistina min a ji Rûsyayê vekirin. Min çûyîna Moskovayê tavilê tercîh kir. Ji ber ku min bawer dikir ku “Çi dibe bila bibe ezmûneke wan a heftê salî ya sosyalîzmê heye; çi li gorî berjewendiyê wan be, çi jî li gorî enternasyonalîzma wan be, bi hêsanî wê karibin min qebûl bikin.” Tevî ku sîstem hilweşiyabû jî min pêşbînî nedikir ku ewqasî ji aliyê moralê ve têkçûne. Ji kapîtalîzma lîberal gelekî xirabtir em bi kapîtalîzmeke burokratîk re rûbirû bûn. Ji helwesta dostên li Moskovayê bi kêmanî bi qasî yên li Atînayê hêvî şikestî bûm. Ya rastî, derketibû holê ku têkiliyên bi navê dostaniyê hatibû danîn zêde ewle nebûn.

DİXWESTİN MİN BİBİN DEVEREKÊ KU NAVÊ WÊ DİYAR NEKİRİBÛN

Bi awayekî xweber em ketin riya xwe ya sêyemîn. Berê me li Romayê bû. Me xwest em ji têkiliyên xwe yên li wir sûdê bigirin. Me bi du parlementerên dost ên Partiya Kominîst a Jinûve Avakirinê têkilî danîn. Bi alîkariya van têkiliyên nû me dest bi serhatiya xwe ya Romayê kir. Îcar bi senaryoya formalîte ya Îstîxbarata Îtalî rojên me yên Romayê dest pê kirin. Vê serhatiya me jî şêst rojan dewam kir. Serokwezîrê wê demê Massîmo D’Alema helwesta xwe durist, lê kêm bû. Ji aliyê siyasî ve tam garantî nedabû. Em bi destê dadgeriyê ve berdan. Ez ji vê hêrs bibûm. Ez bi biryar bûm ku min çawa firsend bidîta ez ê ji Îtalyayê derketima. D’Alema di daxuyaniya xwe ya dawî de dabû xuyakirin ku ez çiqasî bixwazim ez dikarim ewqasî li Îtalyayê bimînim. Lê min ev weke helwesteke bi zorê fêhm kir. Di vê navberê de hewldaneke hevpar a Ereban jî çêbû. Dixwestin min bibin deverekê ku navê wê diyar nekiribûn. Lê ji ber ku fermî nebû û garantî nedabûn, min qebûl nekir.

Cara duyemîn çûyîna min a Rûsyayê şaşî bû. Lê di vê şaşiyê de rola helwesta şelaq a Nûman Uçar hebû. Min ji vê helwesta şelaq a min hê jî rastiya wê fêhm nekiriye bawer kir û ketim rê.

Eger min rastiya vê helwestê zanîbûya, ji sedî sed ez ji Romayê dernediketim. Ez hatibûm xapandin. Tê bîra min, dema ez bi balafira taybet a D’Alema ji saha NATO’yê derketibûm, min kesereke kûr kişandibû. Lê ev rewşeke wisa bû ku mîna mirov ji baranê bireve li zîpikê biqelibe. Îcar Îstîxbarata Hundir a Rûsyayê piştî ku ez îqna kirim ji bo ez biçim Ermenîstanê, ez birim balafirgehê. Li gorî lihevkirina wan, çûyîna min a Ermenistanê xira bibû û lewma ji min re gotin, eger ez bixwazim dikarim hefteyekê li Tacikistanê bimînim û di nava hefteyê de wê karibin alternatîfekê peyda bikin. Bi awayekî wan ez xapandim û li balafireke kargo suwar kirim û li paytexta Tacikistanê daxistim. Em hefteyekê bêyî ku derkevin derve timî di odeyekê de man. Em paşê vegeriyan Moskovayê. Neçar me dîsa serî li dostên Yewnan da. Di nav du rojan de piştî rojeke tijî serhatî, sar û bi berf a Moskovayê me dîsa berê xwe da Atînayê.

Bi qasî ku tê bîra min, min di ber xwe de kir pistepist û got, ez vê carê jî bi temamî ji aliyê xwedayên Olympos ve hatim xapandin. Ez tam di nava xeyalên van xwedayan de bûm. Nexasim Hades hatibû bîra min. Di deriyê VIP’ê yê balafirgehê re ketim hundir. Bi ketina min a hundir re şopandina Xwedayê Cehennemê Hades jî pêre dest pê kir. Ez şevekê li mala xesûya dostê xwe Nagzakîs mam. Mala wê gelekî belawela bû. Dişibiya pîresêhrên serdemên berê. Min ji wê pirsî

“Pangalos wê çi bike.” Dema got “wê di hilbijartinan de bi kar bîne” min dît çiqasî ji rastiyên serdemê dûr û qut e. Hinekî jî di rastiya gelê Yewnan de ew esilzadeyên berê yên bêhêz hatine hiştin anî bîra min. Ji wê şevê û pêve, mîna ku ez bi awayekî ber bi kampa mirinê ve diçûm. Bi temamî Hades li ser kar bû. Bi tevahî tiştên dihatin kirin û gotin qelp û sexte bûn. Ma qey hêmanên durist tinebûn? Bêguman hebûn, lê hemû li hemberî cinawirê modernîteyê bê çare bûn. Îcar berê me li Efrîkayê bû û di ketina vê rê de fîgura Mandela bi tesîr bû: Çawa ku di ketina ser riya Moskovayê de fîgura Lenîn bi tesîr bibû.

BALAFİRA EM LÊ SUWAR BÛN OPERASYONÊN GLADÎO DE DİHAT Bİ KARANÎN

Qaşo ez ê biçûma Efrîkayê min ê hem têkiliyên têkûz ên dîplomatîk daniya, hem jî min ê pasaporta fermî ya kêrhatî bistenda. Sextekariya dewleta Yewnan di vê lîstikê de jî bi ser ketibû. Tevahiya dîrokê demokrasiya gelê Yewnan ji aliyê vî sextekarî ve timî hatibû xapandin û li trajediyên mezin hatibû qewimandin. Ya rastî, diviyabû min jî ev ji bîr nekiriba û li gorî nêzîk bibûma. Ez bi dilpakiya zarokan nêzî dostatiyê dibim û di vê helwesta min de jî ev bi tesîr bû. Di dema derketina ji Yewnanistanê de wexta em diçûn balafirgehê erebeya ez têde şifêrên wê gelekî hewl dan ji bo ez bi ser xwe ve bêm û neçim. Çi ji destê wan hat bi duristî kirin û xwestin nîşan bidin ku komployeke mezin li ser kar e. Bi îhtîmaleke mezin ew jî karmendên îstîxbaratê yên di payeya jêr de bûn. Şifêrê pêşî erebe li balafirgehê qeliband û xwest çûyînê asteng bike. Yê diduyan jî erebe li nêzî balafirgeha diviyabû nepenîbûya heft caran bi bahaneya xirabe ye, tibabekî sekinand. Me ji sozên hatibûn dayîn ewqasî bawer kiribû, em bi ser xwe ve nedihatin. Berevajî min dixwest bilezînim ji bo demeke berî demekê di çarenûsa min de çi heye ez bibînim. Balafira em lê suwar bûn di operasyonên bi dizî yên Gladîo de dihat bi karanîn.

Lê berî vê seferek me jî li Mînskê bû. Berî Naîrobiyê ez ê di ser Mînksê re derbasî Hollandayê bibûma. Dîsa bi balafireke taybet ji du saetan zêdetir di hewa sar a Mînksê de rawestiyam. Balafira em li bendê bûn nehat. Polêsên balafirgeha Rûsya Spî bi saetan nava balafirê kontrol kirin. Belkî jî weke îhtîmal û firsenda dawî wê min li Balafirgeha Mînskê bihiştama. Êdî em û însafê rêveberiya Rûsya Spî diman. Ya balkêş ew e, di wê demê de Wezîrê Parastinê yê Dewleta Tirk Îsmet Sezgîn jî hatibû serdana Mînskê. Kengî balafira em li bendêbûn nehat, qaşo firsenda dawî jî ji destê me çûbû. Veger jî bi awayekî ‘mirina spî’ bû. Dema balafira Gladîo di ser Derya spî re perwaz dikirin, min vê çûyîna xwe weke sefera trênê ya di qirkirina Cihûyan de hatibû bi karanîn dît û paşê bi vî rengî şîrove kir. Di kesayeta min de rejîma qirkirinê ya li dijî gelekî ketibû qonaxeke gelekî krîtîk. Min rûyê rastî û veşartî yê NATO’yê di dema van seferan de dît. Di dema vegera ji Mînskê de ferman û alarma bîstûçar saetan dabûn ku balafir li ti balafirgeha welatekî Ewrûpayê danekeve. Em fêhm dikin ku di wê demê de ji bilî balafirgeha Mînskê ya dewleta bi tenê ya îsyankar Rûsya Spî balafirgeha welatekî din a destûrê ji bo daketina me bide nehiştibûn.

Li cehennema Naîrobiyê sê rê li pêşiya min danîbûn: Ya yekê, bi sedema ku min demeke dirêj guh nedaye fermanê bi awayekî şiklî ez ê bihatama kuştin; ya diduyê, min ê yeka CIA’yê nekirana didu biketama bin fermana wê û teslîm bibûma; ya sisiyan, wê min radestî tîmên şerê taybet ên Tirk bikirina ku ev ji zû ve amade kiribûn.

NİYETA MİN A XWEKUŞTİNÊ HÎÇ TİNEBÛ

Eger fikrên xwe tam bida xuyakirin û rêxistinên civaka sivîl bixista nava tevgerê, belkî jî komplo hinekî xira bibûya yan jî bihata pûçkirin. Min jê lome kiribûn, bi sedema ku pêşniyar kir ez bi demançeyekê xwe biparêzim. Ev, ji bo me û min xwekuştin bû. Niyeta min a xwekuştinê hîç tinebû. Ji bo ez sîlehê li cem xwe bigirim li dora min weke perwaneyê dizîvirî. Eger sîleh li ser min bûya û min hewl bida ew bikişanda, encama vê helwestê ji sedî sed wê mirin bûya. Paşê di dema jêpirsînê de ji min re hat gotin, eger te sîleh bi kar bianiya fermana wî bikujin hatibû dayîn. Dîsa gotin, eger tu ji sefaretê jî derketibûya tu yê bihata kuştin. Gotin, helwesta te ya herî aqilane bû. Bêguman em nizanin ew jî çiqasî rast dibêjin.

Di pêvajoya panzdeh rojî ya Naîrobiyê de hêjaye mirov helwesta Sefîr Kostulas fêhm bike. Gelo hatibû bi karanîn? Min ev ji hev dernexist. Berî radestkirina min hîç nehat mala xwe ya lê dima. Di dema derxistina min a ji seferatê de ku bi awayekî bi darê zorê bû, hinekî hişk li ber zebeniyê Naîrobiyê rabû. Lê dibe ku ev helwesta wî bi sextekarî be jî. Îcar Pangalos qaşo ji bo çûyîna Hollandayê destûr wergirtibû. Min ji vê zêde bawer nekiribû. Ji ber ku ez ji malê derneketima, tîmên taybet ên Yewnan ji bo êrîş bikin û bi darê zorê min derxin di kemînê de bûn. Polêsê Kenyayê jî xwe ji bo heman tiştî amade kiribû. Jixwe ji zû ve çûyîna Komara Efrîkayê weke çîrokeke xapandinê derketibû holê. Senaryoyên weke penabûna li dereke û li Neteweyên Yekbûyî bi guman bûn. Ji bo derneketinê min nigên xwe dabûn erdê û li ber xwe dabû. Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an pêvajoyeke çar mehan a mîna bahozê derbas bû. Ji bilî hêza hegemon DYA’yê ti hêzê nikarîbû vê operasyona çar mehan amade bikira.

Di vê pêvajoyê de rola hêzên taybet ên Tirk (Serokê van hêzan General Engîn Alan bûye) bi tenê bi balafirê birina min a Îmraliyê bû, ew jî di kontrolê de pêk hat. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e. Ev ewqasî eşkere bû, em diçûn kîjan deverê ti deverê dengê xwe nedikir. Yên qebûl nekiribûna jî yekser bêdeng dikirin. Rûsya mezin jî bi awayekî pirr eşkere bêtesîr kiribûn. Jixwe helwesta Yewnaniyan têra ravekirina her tiştî dikir.

PÊVAJOYA PÊŞKÊŞKİRİNA TİRKİYÊ Jİ KAPÎTALÎZMA FÎNANSÊ YA GLOBALÎZMÊ

 Li gorî girtinê tedbîrên awarte girtibûn. Rê nedan ku ez gav jî biavêjim derve. Tîmên ewlekariyê yên taybet heta ber deriyê odeya min jî bîstûçar saetan kontrol dikirin. Hukûmeta D’Alema hukûmeteke çepgir demokrat bû. D’Alema bêtecrûbe bû, nekarî bi serê xwe biryar bide. Li tevahiya Ewrûpayê geriya. Ingilistanê jêre got divê ew bi xwe biryara xwe bide. Zêde piştgiriya wî nekirin. Helwesta Brukselê ne zelal bû. Di encamê de em şandin ber destê dadgeriyê. Di vê helwestê de ne pêkan bû ku mirov bandora Gladîo nebîne. Jixwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladîo lê gelekî bi hêz bû. Berlusconî bi tevahî hêza xwe xistibû nava tevgerê. Ew bi xwe peyayê Gladîo’yê bû. Ji ber ku min zanîbû wê Îtalyayê nikaribe xwe bide ber barê min, ez ji Îtalyayê veqetiyam. Bêguman di berdêla vê de Tirkiye bibû welatê DYE û Îsraîl herî zêde pê ewle, lê di heman demê de li Tirkiyê wer kiribûn ku herî zêde bibû dûvikê wan û bi pey wan ketibû. Ew pêvajoya jêre digotin Tirkiyê weke şîpeke har global dibe, ya rastî, ew çîroka pêvajoya pêşkêşkirina Tirkiyê ji kapîtalîzma fînansê ya globalîzmê re ye û jê bêhtir ne tiştekî din bû.

Di navbera senaryoya dagirkirina Iraqê û radestkirina min de têkiliyeke xurt heye. Ya rastî, bo perasyona li dijî min tevgera dagirkirinê dest pê kir. Heman xusûs ji bo dagirkirina Afganistanê jî bi vî rengî ye. Ya rastî, ji bo bi cihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin gaveke girîng û pêşî operasyona li dijî min e. Ecevît badilhewa negot “Min bi ti awayî fêhm nekir ku çima Ocalan radestî me kirin.” Çawa ku Şerê Cîhanê Yê Yekemîn bi kuştina Prensê Avusturya ji aliyê milliyetgirekî Sirp ve dest pê kir, bi awayekî ‘Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn’ jî bi operasyona li dijî min dest pê kirin. Ji bo mirov pêvajoya piştî operasyonê fêhm bike, divê mirov çi bûyer berî û piştî operasyonê qewimîne baş fêhm bike.

Serokê DYA’yê Clinton ji bo derxistina min ji Sûrî guftûgo bike, carekê li Şamê û cara din jî li Swîsreyê ji çar saetan zêdetir du civîn bi Serok Hafiz Esed re pêkanîn. Hafiz Esed di wan hevdîtinan de li girîngiya mijarê hayedar bû. Ji bo xwe di cih de dît ku pêvajoyê dirêj bike. Ji bo demekê be jî ji min derketina ji Sûrî nexwest. Li dijî Tirkiyê dixwest min weke hêmaneke tewazunê heta dawiyê binirxîne. Lê min jî Sûrî dahf dida ji bo bibe xwedî helwesteke stratejîk. Lê hêza min û rewşa min defet û îmkan nedidan ku ez di vê de bi ser bikevim. Eger ez li Îranê bûma, belkî hevgirtineke stratejîk pêk bihata. Di vê mijarê de jî ez bi Îranê ewle nebûm; ji helwestên wê yên ji rêûresmê fikarên min hebûn. (Kuştinên Simko û Qasimlo û komployên bi vî rengî, dekûdolabên di dîrokê de yên weke ji textxistina Keyayê

Lİ SER MİN FERZ DİKİRİN KU EZ Jİ SEDÎ SED VEQETİM

Medan Astiyag ji aliyê Harpagos ve) Clinton û lîderên Kurdan ên Iraqê yên bi wan re di nava têkiliyê de bû, mayîna min li Sûrî ji bo armancên xwe yên stratejîk di cih de nedidîtin. Ji ber ku her diçû Kurd û Kurdistan ji kontrola wan derdiket. Îsraîl jî ji vê rewşê gelekî bêzar bû. Rêveçûna bûyerên li Kurdistanê û derketina Kurdan ji kontrola wan nikarîbûn qebûl bikin. Nexasim ji bo planên xwe yên der barê Iraqê de bi cih bînin, ji bo wan heyatî bû ku Kurdistanê di kontrola xwe de bigirin. Lewma li ser min ferz dikirin ku ez ji sedî sed veqetim û dev ji xeta azadiyê û nasnameya serbixwe ya Kurd berdim. Komplo di şexsê min de bi tenê ne li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Tirkan jî hatibû kirin. Şêweyê radestkirina min û niyeta kesên di vê de rol girtin, ne bi dawîkirina teorê û çareserî bû, dixwestin bingehê şerekî sedsalekî din dewam bike kûr bikin. Komploya wan a li hemberî min ji bo vê niyeta wan firsendeke îdeal dida. Bêguman dixwestin heta dawiyê vê firsendê bi kar bînin. Jixwe nabe ku mirov berevajiyê vê bifikire. Ji ber ku wan bixwesta karîbûn bi kêra gelek bûyerên erênî bihatana. Lê wan timî hewl dida pêşî li çareseriyê bigirin, li şûna çareseriyê mesele dikirin tam mîna girêkeke kor û li hev digerandin. Dixwestin dualîteyeke tîpîk a Îsraîl û Filistînê biafirînin. Çawa ku dualîteya Îsraîl û Filistînê sed sal e ku ji hegemonya Rojava ya li Rojhilata Navîn re xizmet kir, dualîteya Kurd û Tirk a gelekî ji wê mezintir jî bi kêmanî karîbû sedsalekî ji hesabên hegemonîk re xizmet bikirana. Jixwe bi heman armancê di sedsala 19. de li herêmê gelek pirsgirêkên etnîk û mezhebî afirandin û bê çareserî hiştin. Rastiya Îmraliyê di vî warî de agahiyên min ên xam têra xwe gihandin. Lê pirsgirêka herî girîng a li pêşiya min ew bû, min ê ev bi elîtên rêveber ên Tirk çawa bida fêhmkirin.

EV HAKİMİYET Dİ HEMAN DEMÊ DE MEHKÛMİYETA WAN BÛ

Ango pirsgirêka min a herî girîng ew bû, ez bidim fêhmkirin ku ev komplo ji şexsê min û Kurdan bêhtir li dijî Tirkan e. Min ev timûtim ji kesên di jêpirsînê de destnîşan dikir. Lê ew bi ber bayê serketinê ketibûn. Ev rewşa wan heta bi 2005’an dewam kir. Ango kengî fêhmkirin ku tevgera azadiyê û nasnameya Kurd ji berê bêhtir zindî, gurr û geş e. Ez li ser mijarê bêhtir hûrûkûr sekinimî û min mitale kir. Hingê min hêmanên komployê yên demên Meşrûtiyet û Cûmhûriyetê ji nêz ve dît. Min dît ku ew bûyera jêre serxwebûna Tirk digotin cureyekî girêdanê yê yeman e. Girêdan Tirkan îdeolojîk û polîtîk bû. Her ku diçû, ez bêhtir baş lê hayil dibûm ku milliyetgirî û neteweparêziya Tirk jêdera xwe derve bû û zêde têkiliya xwe bi dîrok û diyardeya civakî ya Tirk re tinebû. Hêzên hegemonîk der barê desthilatdariyê de zanîbûn ku elîta rêveber a Tirk çiqasî qels e, û ev qelsiya wan bi kar dianîn. Hakimiyeta wan a sînornenas li ser Kurdan jî ji heman qelsiyê dihat. Ev hakimiyet di heman demê de mehkûmiyeta wan bû. Hakimiyeta wan timî bi destê xelkê ve bû, îdeolojiya wan bi xwe tinebû; ya rastî pîvana ‘hakimiyet her tişt e, îdeolojî ne ti tişt e’ pêk dianîn.