​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Divê dergehê Til Koçer were vekirin

Hemdan El-Ebid bang li civata navneteweyî kir ku siyasetê ji xebatên mirovî cuda bike. Her wiha destnîşan kir ku bi hatina zivistanê re pêwîste dergehê Til Koçer were vekirin, ji ber ku zêdetirî milyonek koçber û penaber li herêmên Rêveberiya Xweser hene.

​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Divê dergehê Til Koçer were vekirin
4 cotmeh, 2021   23:38
REQA-XALID EL-CUAM

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve kar û xebatên mirovî ji bo pêkanîna destkeftiyên taybet li ser hesabê gelê Sûriyê, hat bikaranîn. Her dawî dergehê Til Koçer bi Vetoya Rûsya û Çînê hat girtin.

Girtina vê dergehê bi awayekî neyînî bandor li jiyana welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û koçberan bi taybet kir. Zêdetirî milyonek koçber û panber li herêmê ne ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêdiviyên wan peyda dike.

Têkildarî mijrê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ji ajansa me re axivî û behsa dorpêça li ser herêmê û bi taybetî bandora girtina dergehê Til Koçer kir.

`EM JI HEMU ALIYAN VE DI DORPEÇE DE NE`

El-Ebid di destpêka axaftina xwe de got: “Ji çar aliyan ve em di dorpêçê de ne. Ji ber wê em bi dijwarî pêdiviyên jiyanê peyda dikin. Dewleta Tirk jî van kaxizan li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.“

El-Ebid wiha domand: “Dewlet hemû ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, tu dewletekê li herêmê ji bo alîkariya gelê Sûriyê xebat nekir, ku vê gelî di dirêjahiya salên şer de azar kişand. Biryarên mirovî bi giştî hatine polîtîzekirin.”

El-Ebid destnîşan kir ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 16 kamp û gelek kampên bêserûber hene û wiha pê de çû: “Pêwîstiya van kampan bi alîkariyên mirovî hene. Lê girtina dergehan li pêşiya alîkariyên mirovî bû asteng, her wiha qanûna Qeyser zirar gihand gelê Sûriyê bi giştî û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet.”

`BI HATINA ZIVISTANÊ RE PÊWÎSTÎ BI VEKIRINA DERGEHÊ TIL KOÇER ZÊDE BÛ`

El-Ebid dauxyand ku Rûsya û Çînê li dijî biryara vekirina dergehê Til Koçer Veto bi kar anî û wiha berdewam kir: “Ew jî bi awayekî neyînî bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ji ber ku ev dergeh damara sereke ya li herêmê ye. Bi hatina zivistanê re divê ev dergeh were vekirin. Her kes dizane ku zivistan li ser koçbaran bi dijwarî derbas dibe.”

El-Ebid îşaret bi vekirina dergehê Cabir ê di navbera Urdun û hikuemta Şamê de kir ku bi erêkirina navneteweyî hat vekirin û got: “Em piştgiriyên didin hemû hewldanên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku dixwaze alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bike, lê divê ji bo vekirina dergehê Til Koçer kar bike.”

`DIVÊ SIYASET JI KARÊ MIROVÎ WERE CUDAKIRIN`

El-Ebid bang li civata navneteweyî kir ku siyasetê ji kar û barên mirovî cuda bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bmyGNAJZki8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>