​​​​​​​'Ketina PDK`ê a Şengalê tê wateya radestkirina wê ji dagirkeriya Tirk re'

Êzidiyên li Helebê dijîn, tevgerên PDK`ê ku hewl dide bi hêza leşkerî derbasî Şengalê bibe bi tevgerên provokatîv ên li dijî Êzidiyan wesifandin. Her wiha diyar kirin ku armanc ji wan tevgeran ew e ku komkujiya 2014`an ku PDK`ê sebeba wê bû, ji nûve dubare bibe.

​​​​​​​'Ketina PDK`ê a Şengalê tê wateya radestkirina wê ji dagirkeriya Tirk re'
5 cotmeh, 2021   02:30
HELEB-ARIF SILÊMAN

Ev çend roj in Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl dide bi zorê derbasî Şengalê bibe. Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Şengalê roja înê (1`ê Cotmehê) daxuyaniyek da û tê de hewldanên PDK`ê red kirin. Her wiha piştrast kir ku ew naxwazin hêzên ku di êrişên DAIŞ`ê Şengalêb bi tenê hiştin, li herêmê bin. Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrînên êzidiyên herêma Efrînê girtin.

`EM NAHÊLIN EW DESTWERDAN BIKIN Û KOMKUJÎ CAREKE DIN PÊK WERIN`

/kr/uploads/files/2021/10/04/180158_-.webp

Şêniya bi navê Newroz Edo got PDK`ê hewl dide bi zorê bikeve Şengalê, armanc jî têkbirina ewlehiya herêmê ye û wiha domand: “Nabe PDK`ê derbasî Şengalê bibe û careke din komkujiyên li dijî êzidiyan pêk hatin dubare bibin. PDK`ê nikare xwe biparêze, gelo dê çawa civata êzidî biparêze?”

`EM FERMANA 3`YÊ TEBAXA 2014`AN JI BÎR NAKIN`

Newroz wiha domand: “Êzidî qet kiryarên PDK`ê yên li dijî wan sala 2014`an pêk anîne, ji bîr nakin. PDK`ê êzidî bi komkujiyên DAIŞ`ê rû bi rû hiştin û reviya. Heta niha çarenûsa gelek jin, mêr û kalepîrên me nediyar in.”

`KETINA WAN A ŞENGALÊ TÊ WATEYA RADESTKIRINA WÊ JI DAGIRKERIYA TIRK RE `

/kr/uploads/files/2021/10/04/180311_-.webp

Şêniyê bi navê Ersul Mûsa jî wiha aixivî: “Em qebûl nakin ku PDK`ê bikeve Şengalê. Siyasetên wê û yên dagirkeriya Tirk yek in. Sala 2014`an Şengal radestî DAIŞ`ê kir. Vê carê dê bikevin Şengalê û wê radestî dagirkeriya Tirk bikin.”

Mûsa bang li êzidiyan kir ku li hemberî ketina PDK`ê ya Şengalê bibin bendeke asê.

/kr/uploads/files/2021/10/04/180240_-.webp

Şêniya bi navê Necah Hesen jî hewldanên PDK`ê ku bi zorê bikeve Şengalê şermezar kirin û wiha pê de çû: “Êzidiyên li Şengalê ne mîna berê ne. Îro ew xwedî vîn û hêz in û dê axa xwe biparêzin. Ew qebûl nakin ku PDK`ê bikeve Şengala rizgarkirî. Tevgerên PDK`ê tevgerên provokatîv in û armanca wê derxistina fitneyê ye.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4wlk-Dpn_bw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>