Mala Êzidîyan  kiryarên PDK'ê şermezar kirin

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê hewldanên PDK`ê ku bi hinceta propogandaya hilbijartinan derbasî Şengalê bibe şermezar û got Şengal Êzidîxan e, ji her êzidiyekî cihê ewle ye.

Mala Êzidîyan  kiryarên PDK'ê şermezar kirin
4 cotmeh, 2021   16:53
QAMIŞLO

Hêzên girêdayî PDK`ê 2 û 3'yê Cotmehê bi hinceta ku propogandaya namzetê xwe di hibijartinên parlementoyê de hewl dan  derbasî Şengalê bibin.

Êzidiyên li Şengalê derbasbûna hêzên PDK`ê red kir. Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da , têde got PDK`ê dixwaze Şengalê dagir bike û diyar kir ku ew ê li hemberî her hewldana derbasbûna PDK'ê li ber xwe bide.

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku kesên dixwazin derbasî Şengalê bibin û propogandaya xwe bikin ew kesên ku beriya demekê digotin,  Şengal ne ewle û aram e.

Daxuyanî li pêşiya Mala Êzidîyan a li gundê Qezalçoxê yê navçeya Amûdê ji aliyê endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan Ilyas Seydo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dema hilbijartinên parlementoya Iraqê nêz dibe. Niyet û armanc jî eşker dibin. Kesên ku serdana Şengalê nekirine û pirsa rewşa wê nekirine,  îro xwe wekî fedeyên wê dibînin û dixwaze sînorê ku wan bi xwe daniye derbas bikin ji bo ku Şengal û gelê wê bifetisînin."

Di daxuyaniyê de kiryarên hin kesayetên ku xwe li ser êzidiyan dihesibînin û ji bo berjewendiyên kesayetî kar dikin, hatin şermezarkrin û wiha hate domandin: "Gelo Viyan Dexîl hewl da ku pirsa zarokên gelê xwe bike ku niha bûne xwedî îrade, sazî û biryar.

Tiştekî ecêb e, kesên ku dixwazin serdana herêmên Şengalê bikin ew bi xwe ne ku beriya demekê daxuyanî dabû û gotinibûn Şengal ne ewle û aram e. Mane ev tê wateya ku ew li dengan digerin da ku kursiyekê û mûçeyan bi dest bixin û berjewendiyên partiya xwe pêk bînin.

Çiqasî Viyan mezin bû û rûndikên wê rast bûn. Em ji giyanê wê yê durist bawer dikin. Lê ev demeke ku ew vê yekê bi kar tîne da ku xwe bênirx bike. Her wiha hewl dide bi kesên din re birîna êzidiyan veke û êşa wê vegerîne doza partiyan ne tiştekî zêdetir.

Divê her kes zanibe ku Şengal tevî êşa gelê xwe bi ciwan, kal, jin û mêrên xwe, xwe mezin dike. Ew kesên ku nûnertiya rêveberiya wê dikin pêşniyar û praspektîfên ji bo Iraqeke federal didin. Çi pêwîstî heye ku ev propaganda were kirin û bêjin ku PKK`ê derfetê nade ku derbasî Şengalê bibin. Ev hemû nîşaneya lawazbûna wê ye.

Şengal xwedî îrade ye û ji hemû êzidiyan re spartgeha ewle ye. Divê ev komên ku rastiyan berevajî dikin, rêzê ji xwe û ji rêveberiya Şengal û êzidiyên li her deverê re bigirin. Ji ber ku Şengal tê wateya Êzidxanê ku ji her êzidiyekî re kurahî û spartgeha ewle ye."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/J4G27E1TY3w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>