​​​​​​​Misir û Rûsya têkildarî rewşa Lîbya û Sûriyê gotûbêj kirin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê di civîna çapemenî de bi hempîşeyê xwe yê Misirê re diyar kir ku wan li ser girîngiya vekişandina hêzên biyanî ji Lîbyayê û çawaniya destekdayîna ji Sûriyê re li hev kirine.

​​​​​​​Misir û Rûsya têkildarî rewşa Lîbya û Sûriyê gotûbêj kirin
4 cotmeh, 2021   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna çapemeniyê de bi Wezîrê Karê Derve yê  Misirê re Samih Şukrî re, got welatê wî têkildarî girîngiya vekişandina hêzên biyanî Lîbyayê bi Misirê re li hev kiriye.

Lavrov diyar kir ku têkiliyên rûsî – misrî di aliyê aborî û tûrîzmê de geş dibin.

Her wiha destnîşan kir ku wan rewşa Lîbyayê nîqaş kir û derbarê vekişandina hêzên biyanî ji Lîbyayê de, lihev kirin.

Lavrov daxuyand ku wan di civîna xwe de destekdayîna ji Sûriyê re nîqaş kir da ku aloziya xwe derbas bike û girîngiya ku alîkariyên mirovî yên ji Sûriyê re neyê polîtîzekirin.

Wezîrê Karê Derve yê Misirê Samih Şukrî yê li Moskovê ye got, Qahîre bi hêvî ye ku hevkariya bi Rûsyayê re dewam bike.

Her wiha îşaret bi girîngiya çareserkirina nakokiyên Filistîn û Îsraîlê kirin.

Samih Şukrî ragihand ku wî bi Lavrov re behsa girîngiya tunekirina rêxistinên terorîst li Lîbyayê kir da ku aramiya herêmê misoger bike.

(bx)