Matay Henna: Em ê li hemberî timayên Tirkiyê bibin bendekî asê

Matay Henna got: “Hêza me têrê dike ku em li hemberî timayên dewleta Tirk bibin bendeke asê.”

Matay Henna: Em ê li hemberî timayên Tirkiyê bibin bendekî asê
4 cotmeh, 2021   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Henna di hevpeyvîneke li ser malpera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de axivî.

Henna got: “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan bi erkdariyeke fermî ji aliyê Fermandariya Giştî ya QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve û di çarçoveya mafê parastina rewa, me bersiva jêdera topbaranê da.”

Henna diyar kir ku dewleta Tirk her tim jîngehan, navendên perwerdeyê û torên kehrebe dike hedef û avê qut dike. Armanca wê jî derxistina tevliheviyê, têkbirina aramiya li herêmê û projeya  demokratîk a Rêveberiya Xweser e.

Henna wiha domand: “Em amade ne li hemberî her êrişekê ji aliyê delweta Tirk ve li ber xwe bidin. Hêza me têrê dike ku em li hemberî timayên dewleta Tirk û derxistina rêxistinên terorîst mîna DAIŞ`ê lê bi navên cuda, bibin bendeke asê.”

(şx)