​​​​​​​Li herêmê 5 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 5 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li herêmê 5 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest da
4 cotmeh, 2021   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest daye 2 mêr û 2 jin ji Hesekê û mêrek ji Dêrazorê ne.

Desteya Tenduristiyê her wiha ragihand ku 240 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 139 mêr, 101 jî jin in.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 958 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

(cx)