SOHR: Li dijî baregeha Himêmîm a Rûsyayê car din êriş pêk hat

Li dijî baregeha Himêmîm a li gundewarê Cebilê ya beravên Sûriyê, êriş pêk hat û pergala parastina hewayî bersiva êrişan da. Li ser wê yekê li herêmê dengê teqînan hat bihîstin.

SOHR: Li dijî baregeha Himêmîm a Rûsyayê car din êriş pêk hat
4 cotmeh, 2021   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li herêma baregeha Himêmîm a Rûsyayê ya li gundewarên Cebilê ya li beravên Sûriyê, dengê teqînan hatiye bîstin. Li gorî SOHR`ê, ev deng ji ber bersivdayîna sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê ya li hemberî êrişên li dijî baregehê, hatî bihîstin. Heta niha nayê zanîn bê êrişeke çawa pêk hat yan jî moşek li hundirê baregehê ketine ya na.

(dm)