Lijneya Ewlekarî û Parastinê: Tirkiye bi agahdariya Bexda û Hewlêrê çekên qedexekirî bi kar anîn

Endamên Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Iraqê Eyûb El-Rebîhî û Katih El-Rikabî gotin, “Hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji destdirêjiyên dewleta Tirk û çekên kîmyewî berpirsiyar in. Divê herdu hikuetm û saziyên navnetewî helwest nîşan bidin.”

Lijneya Ewlekarî û Parastinê: Tirkiye bi agahdariya Bexda û Hewlêrê çekên qedexekirî bi kar anîn
4 cotmeh, 2021   10:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsana 2021’an ve heya niha êrîşên dagirkeriyê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin û bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, dewleta Tirk di nava 5 mehan de zêdeyî 250 caran gaza jehrî ya kîmyewî li dijî gerîlayan bikaraniye. Ji ber gaza kîmyewî welatiyên ji herêma Berwariya Bala ya gundê Hirûrê jî 2 caran pê bandorbûbûn û rakiribûn nexweşxanê.

Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî bangên fermî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê û raya giştî ya Kurd jî, li dijî sûcên şer yên dewleta Tirk ti helwest nedane nîşan û ti hewldaneke pêşî lê girtinê di asta welat û navnetewî de pêşnexistine.

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Iraqê Eyûb El-Rebîhî têkildarî bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya li beramber bikaranîna çekên qedexekirî û gazên kîmyewî ji ajansa me re axivî.

El-Rebîhî dazanîn artêşa Tirk a dagirker destirêjiyê li axa Iraqê dike û wiha axivî; “Artêşa Tirk a dagirker, destdirêjiyê dike, dikûje, wêran dike û çekên qedexekirî bikartîne.”

‘Hikûmet bê helwest e’

Eyûb El-Rebîhî diyar kir agahiya wan ji sûcên dewleta Tirk heye û wiha pêde çû; “Haya me ji Tirkiyê heye ku çekên kîmyawî li deverên bakurê welat bikar tîne. Derbarê van kiryaran de jî me gelek caran bang li aliyên peywendîdar ên Wezareta Karên Derve û hikûmetê kir, lê dîsa jî bê encam bû û ti helwest nehate nîşandan”.

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê Katih El-Rikabî jî dazanîn saleke dewleta Tirk çekên qedexekirî bikartîne û haya desthilata Hewlêr û Bexda jê heye.

‘Bexda û Hewlêr berpirsiyarin’

El-Rikabî diyar kir wê aliyên siyasî yên nîştîmanperwer zextên xwe yên derbarê dagirkeriya Tirk a li Herêma Kurdistanê de zêde bikin û got: “Hikûmeta Bexda û Hewlêr ji van destdirêjiyên Tirkiyeyê berpirsyarin. Welatiyên Iraqê li beramber vê bêdengiya wan matmayîne.”

El-Rikabî diyar kir divê bi rêya ragihandinê bêdengiya hikûmetê bê rojev kirin û got: “Pêwîste ragihandin zext li hikûmetê bike. Ji ber êdî Tirkiye hemû nirx û pîvanên navnetewî jî derbaskiriye.”

El-Rikabî bang li hikûmetê û saziyên navnetewî jî kir ku li dijî biakranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û dagirkeriyê bikevin tevgerê.