Li herêma Firatê bagawaziyên ji bo pêkanîna biryara qedexeyê

Pêla 4’emîn a vîrusa Koronayê (COVID-19) derbasî herêma Firatê bûye û hejmara pêkhateyan zêde dibe. Rêveberiya Xweser banga pêkanîna biryara qedexeyê dike.

Li herêma Firatê bagawaziyên ji bo pêkanîna biryara qedexeyê
4 cotmeh, 2021   05:48
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Piştî berbelavbûna vîrusa Koronayê li herêma Firatê, Rêveberiya Xweser 1’ê Tebaxa 2020’an navendeke taybet bi dermankirina pêketiyên vîrusê li Kobanê vekir. Navend têra 10 nexweşî dike.

Li gorî daneyên rêveberiya nexweşxaneya Korona ya li gundê Êdiqê yê başûrê Kobanê, di Îlona borî de 765 kesên bi vîrusê ketine hatin tomarkirin, ji wan 290 erênî bûn, 375 jî neyînî bûn. Her wiha 2 kes mirin û 79 baş bûn.

Temenê kesên hatine nexweşxaneyê di navbera 18 heta 60 salî bûn.

Pisporê nexweşiyên hundirîn, Dr. Elî Şahîn li ser vîrusa Koronayê wiha got: "Vîrusa Koronayê bi pêla xwe ya 4’emîn belav e, di navbera her pêlekê de 5 heta 6 mehan heye. Ev yek jî girêdayî atmosfêr û hewayê ye. Vîrusa Koronayê wek nexweşiya sermayê ye, heke sivik mirov dikare bi xwe, xwe derman bike, lê heke giran be divê li nexweşxaneyê were dermankirin."

Şahîn wiha domand: "Divê kesên ku bi awayekî sivik bi Koronayê ketin bi rêya dermanên daxistina germahiyê, dermanên hêzbûnê û vexwarin xwe biparêzin, her wiha divê xwarinên li ser mîde giran nexwin, li şûna wê divê sebze û fêkî pir bixwin. Li aliyekî din jî divê nexweş werzîşê neke, ji ber enerjiya laş û oksojîn kêm e û tu dermanên bi destan tên çêkirin nebin."

Ji bo parastinê û xweparastina ji vîrusa Koronayê Şahîn wiha anî ziman: "Divê mirov ji hev bi dûr kevin, divê dezenfekteyan mîna spêrto bi kar bînin, lepik û maskan li xwe bikin. Lê ji ber niha zivistanê nêz bûye divê xwarinên tê de vîtamînên xwe zêde werin xwarin, hinguv were xwarin, her wiha giyayên sermayê, sîr, cercîr, bexdnûs, fêkiyên tirş werin xwarin û vexwarin."

Têkildarî derziyên li dijî vîrusa Koronayê, pispor di demekê lez de li ser vê yekê xebitîn û gelek dewletan derziyên vê nexweşiyê çêkirin, da ku pêşî li vê vîrusê bigirin

Berpirsê beşa erziyên Korona ya Heyva Sor a Kurd a li Kobanê Ebî Elî wiha got: "Me di 5’ê Tîrmeha borî de 500 derziyên Koronayê wergirtin û me derzî dan tevahî kadroyên tenduristiyê yên li hemû navendan. Piştî wê me derzî da dermansazû bijîşkên serbixwe. Li gel wê jî me derzî da hin saziyên Rêveberiya Xweser mîna şaredariya gel û firinê û me nêzî 30 derzî kir."

Pirsporê nexweşiyê hundirîn Dr. Elî Şahîn wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji hejmara derziyan tenê 50 maye, dema em beşa duyemîn a derziyan wergirin em ê derziyan li nexweşên temenmezin bidin û piştre ev çîn bi dawî bû em ê bidin tevahî şêniyan."

(fr) 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/peCcVcZ5oek" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>