Rojnameyên erebî: Esed bi şahê Urdunê re peywendiya telefonê pêk anî

Rojnameyên erebî yên îro behsa peywendiya telefonê ya di navbera Esed û şahê Urdunê de, vekişîna beşî ya çeteyan ji Lîbyayê û xwepêşandanên alîgirên serokê Tûnisê Qeys Seîd, kir.

Rojnameyên erebî: Esed bi şahê Urdunê re peywendiya telefonê pêk anî
4 cotmeh, 2021   06:33
NAVENDA NÛÇEYAN

BEŞAR ESED Û ŞAHÊ URDUNÊ BI TELEFONÊ PEYWENDÎ KIR

Rojnameya El-Ereb di hejmara xwe ya îro de behsa peywendiya telefonê ya duh di navbera Esed û hempîşeyê wî yê Urdunê de kir û wiha nivîsî: “Ji dema destpêkirina aloziya Sûriyê di 2011`an de û vir re, cara yekemîn şahê Urdunê bi Beşar Esed re peywendiya telefonê pêk anî.

Li gorî daxuyaniya dîwana memleketa Urdunê, şahê Urdunê Ebdullah El-Sanî roja yekşemê bi serokê Sûriyê Beşar Esed re bi telefonê axiviye û têkiliyên herdu welatan û rêbazên hevkariyê nîqaş kiriye.

Şahê Urdunê di peywendiyê de piştrast kir ku welatî wî piştgiriyê dide hewldanên parastina serweriya Sûriyê û îstiqrar wê û yekitiya xak û gelê Sûriyê.

Çavdêr vê yekê wekî encama guhertina stratejiya DYA`yê li herêmê ye piştî hatina Joe Biden li ser desthilatê, dibînin.”

NECLA MENQÛŞ: ÇETE Bİ AWAYEKÎ BEŞÎ JI LÎBYAYÊ VEKİŞÎNE

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa vekişîna beşî ya çeteyan ji Lîbyayê kir ku wezîra karên derve ya hikumeta yekitiya nîştimanî ya Lîbyayê Necla Menqûş ragihandiyee û di wê derbarê de wiha nivîsî: “Beriya gera danûstandinên nû yên komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) ya ji bo nîqaşkirina çarenûsa çeteyan û hêzên biyanî yên li xaka Lîbyayê, wezîra karên derve ya hikumeta yekitiya nîştimanî ya Lîbyayê Necla Menqûş ragihand ku hin komên çekdarên biyanî ji Lîbyayê derketine.

Necla bi civîneke çapemeniyê wiha got: “Belê rast e. Ev tenê destpêk e, em ê hewl bidin ku hejmarên mezintir derkevin.”

Tê payîn ku ji çarşema bê ve heta 2 rojan li Cinêvê gereke danûstandinan ya komîteya 5+5 were lid arxistin û mekanîzmeya derketina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê were nîqaşkirin.”

GELÊ TÛNISÊ PIŞTGIRIYÊ DIDE BIRYARÊN SEROK QEYS SEÎD

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî xwepêşdanên gel ên piştgiriyê didin biyarên serok Seîd ku bi wê yekê re dawî li hikumê Îxwanan li Lîbyayê hat, wiha nivîsî: “Duh bi hezaran welatiyên Tûnisê li piraniya bajarên Tûnisê daketin kolanên mezin û piştgiriya xwe ji tedbîrên serok Qeîs Seyd di 25`ê Tîrmehê de girtine, nîşan dan.”

Çavdêran diyar kir ku ev xwepêşandanên girseyî derbeyeke mezin ji tevgera tundrawiyê re bû û rola wan a siyasî bi dawî kir û rê li destpêkirina qonaxeke nû vekir. Her wiha destnîşan kir ku helwesta gel li hemberî Îxwanan zelal bû.”

(cx)