PYD`ê Mam Celal Talebanî bi bîr anî

PYD'ê Mam Celal Talebanî bi bîr anî û got: "Em dibînin ku dilsoziya bi vî mezinahiya welatparêz re beriya her tiştî bi dilsoziya bi têkoşîn û dibistana wî re dibe."

PYD`ê Mam Celal Talebanî bi bîr anî
3 cotmeh, 2021   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD'ê bi boneya salvegera 4'emîn a wefata Sekreterê berê yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "4 sal di ser koça dawî ya lîderê neteweyî Mam Celal Talebanî re derbas bûn ku hîna em fikirên wê yên ronî û gotinên wê yên bi nirx bi bîr tînin. Her çiqas sal di ser wefata wî re derbas bibin, xeta wî ya têkoşînê ji bo hemû gelên azadîxwaz re çavkanî dimîne.

Em di Meclisa Giştî ya PYD'ê de dibînin ku dilsoziya bi vî mezinahiya neteweyî re beriya her tiştî bi dilsoziya bi têkoşîn û dibistana wî re dibe ku temanê xwe di oxira wê de daye.

Bi vê boneya bi êş a koça lîderê Kurd Mam Celal Talebanî, em nîşaneyên aramî û aştiyê diyarî giyanê wî yê pak dikin. Em teqez dikin ku em li ser xeta wî bimeşin heya ku gelê Kurd û gelên din mafên xwe bi dest bixin."

ANHA