​​​​​​​PDK' ê nasname û kartên dengdanê ji " Pêşmergeyên Roj" re çêdike

Li gorî malpera Biwarnewes’ê, PDK'ê ji bo ku namzetên xwe hilbijartinê bi ser bixe kartên dengdanê û nasnameyen Iraqî ji çekdarên "Pêşmergeyên Roj" re çêdike.

​​​​​​​PDK' ê nasname û kartên dengdanê ji " Pêşmergeyên Roj" re çêdike
3 cotmeh, 2021   14:56
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Wê li seranserî Iraq û Başûrê Kurdistanê di 10’ê Cotmehê de hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê pêk were. Ji niha de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo dengên xwe zêde bike ketiya nava liv û tevgerê û serî li rêyên neqanûnî dide.

Ji bo bikaribe namzetên xwe bi ser bixwe, bi rêyên neqanûnî nasname û kertên dengdanê ji  çekdarên "Pêşmergeyên Roj" yên ji Rojava  re çêdike.

Ji "Pêşmergeyên Roj", çavkaniyekê têkildarî mijarê ev agahî dane Biwarnews’ê, “Hejmara wan pêşmergeyên nasnameya Iraqî û kerta dengdanê ji bo wan hatiye çêkirin, zêdetirî 2 hezar pêşmerge ne û piraniya wan wê li herêma 1 û 2 yên Dihokê deng bidin. Ji bo deng bidin namzetên PDK’ê hemû hatine amadekirin.”

Li gorî destûra Iraqê, tenê welatiyên Iraqê mafê wan heye di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de deng bidin. Divê welatiyên Iraqê jî xwedî nasnameya Iraqî be. Lê, piraniya "Pêşmergeyê Roj"  xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û ne welatiyên Iraqê ne.

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Ebûbekir Helendî îro diyar kir ku desthilat li Behdînan tevî girtina beşek ji çalakvan û hebûna hêza çekdarî, hejmarek zêde nasname ji bo Kurdên Bakur, Rojavayê Kurdistanê û koçberan çêkiriye ku di hilbijartina parlamentoya Iraqê de deng bidin.