​​​​​​​Telal Mihemed: Divê hêzên kurdî tavilê li hemberî êrişên Tirkiyê bikevin tevgerê

Telal Mihemed bang li hêz û partiyên siyasî yên kurdî kir ku li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin. Telal Mihemed diyar kir ku civaka navneteweyî di bikaranîna çekên kîmyewî li dijî kurdan de  dibe şirîkê dewleta Tirk.

​​​​​​​Telal Mihemed: Divê hêzên kurdî tavilê li hemberî êrişên Tirkiyê bikevin tevgerê
3 cotmeh, 2021   01:55
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Navenda Parastina Gel (NPG) 29'ê Îlonê daxuyand ku artêşa Tirk ji 15 rojan ve cûreyên nû yên bomeyên kîmyewî bi kar tîne "Bê şik û bê guman ev yek binpêkirina qanûnên şer ên navneteweyî ye, kiryarên li derveyî mirovahiyê ne û dikevin çarçoveya sûcê şer. Lê belê DYA û Yekîtiya Ewropa ku partiya me PKK a ku ji bo mafên rewa û demokratîk ên gelê Kurdistanê têdikoşe xistine lîsteya terorê, hevpariyê ji vî sûcî re dikin. Welatên NATO'yê yên ku piştgiriyê didin dewleta Tirk a nijadperest û bi her awayî desteka teknîkê pêşkêş dikin, hevparê vî sûcî ne. Artêşa Tirk bi taybetî van 15 rojên dawî cûreyên nû yên bombeyên kîmyewî bi kar tîne. Eşkere ye ku ev cûreyê nû yê bombeya kîmyewî ji aliyê yek ji van dewletan ve hatiye dayin. Yên ku van hemûyan dikin û hêzên ku bêdeng dimînin û hêzê didin rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a ku siyaseta qirkirinê li Kurdistanê dimeşîne, şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê ne ku îro li Kurdistanê tê kirin."

Li ser mijarê Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed ji ANHA'yê re axivî. Telal Mihemed diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike, lê ji ber berxwedana gerîlayan heya niha tu encam bi dest nexistiye.

Mihemed diyar kir ku gerîla pêşdeçûnên artêşa Tirk a dagirker ber bi kurahiya Başûrê Kurdistanê ve asteng kirin û got: "Ev berxwedana domdar mîna dîwarekî ye ku pêşdeçûnên artêşa Tirk a dagirker a ku çekên kîmyewî li dijî gerîlayan bi kar tîne, asteng kir."

'ÇEKÊN KÎMYEWÎ QEDEXE NE, LÊ LI DIJÎ GERÎLAYAN NE QEDEXE NE'

Telal Mihemed daxuyand ku armanca sereke ya dewleta Tirk ji bikaranîna çekên qedexekirî şikandina vîna gerîlayan e û wiha pê de çû: "Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî navneteweyî ye û li gorî qanûn û belgeyên navneteweyî qedexe ne. Lê dema ku li dijî kurdan tên bikaranîna civaka navneteweyî bêdeng e."

Têkildarî bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve Mihemed wiha got: "Em dibînin ku civaka navneteweyî û dewletên NATO'yê çavê xwe li êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê girtiye. Ev bêdengî dide nîşandan ku hevkarî û berjewendiyên wê yên hevpar bi dewleta Tirk re hene."

Mihemed îşaret pê kir ku Kurdistan di navbera 4 dewletan de hatiye dabeşkirin û Kurd xwedî projeyeke demokratîk in û wiha dom da axaftina xwe: "Dewletên kapîtalîst û neteweperest dibînin ku heke projeya demokratîk li Bakurê Kurdistanê pêk were wê xeteriyê li ser desthilatdariya wan çêke, ji ber vê yekê li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser destkeftiyên kurdan li Rojava û Başûrê Kurdistanê bêdeng in."

Mihemed da zanîn ku çanda dewleta Tirk a dagirker û AKP'ê li ser esasê çanda osmanî ya ku xwe dispêre qirkirina gelan, di serî de gelê Kurd e û got: "Niha Tirkiyê êrişî dewletên cîran dike, lê hikumetên wan dewletan, di serî de Iraq û Başûrê Kurdistanê bêdeng in."

'HEGER GELÊ KURD NEKEVIN TEVGERÊ, DÊ BERDÊLÊN MEZIN BIDIN'

Têkildarî hevkariya hin hêzên kurdî bi dewleta Tirk re Telal Mihemed wiha got: "Divê PDK'ê baş bizanibe ku dewleta Tirk dijminê tevahî gelê Kurd e, ne dijminê partiyekê ye û xeteriyeke mezin li ser Başûrê Kurdistanê çêdike. Êrişên Tirkiyê ne tenê li ser PKK'ê ye, lê Tirkiyê hewl dide herêma Kurdistanê dagir bike. Heger gelê Kurd li hemberî wê tevnegere wê berdêlên mezin bide."

Telal Mihemed bang li hemû hêz û partiyên kurdî, di serî de PDK'ê de kir ku hemû giranî û hêza xwe bixe xizmeta gelê Kurd, ne xizmeta dewleta Tirk a dagirker û ev nirxandin kir: "Heger dewleta Tirk zêdetir derbasî Başûr bibe wê tevahî partiyên kurdî yên li wir tune bike. Îro êrişî PKK'ê dike, sibe wê êrişî PDK'ê bike, paşê wê êrişî YNK'ê bike. Divê her kes vê bizanibe. Divê hemû hêz û partiyên Kurd û Kurdistanî banga HPG'ê bi cih bîne û bi hemû enerjiya xwe bixebite da ku zext li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî yên bêdeng, were kirin."

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed di dawiyê de îşaret pê kir ku divê bernameyeke siyasî ya hêz û partiyên kurdî hebe ku dawî li êrişên Tirkiyê bînin.

ANHA