Tony Roblon: Dewleta Tirk bi qutkirina avê dixwaze şerekî navxweyî derxe

Amadekarê lêkolînên siyasî û têkiliyên navneteweyî Tony Roblon diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya şerê avê û bikaranîna Firatê wek çekeke siyasî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide pirçandiya li herêmê têk bibe û şerekî navxweyî derxe.

Tony Roblon: Dewleta Tirk bi qutkirina avê dixwaze şerekî navxweyî derxe
3 cotmeh, 2021   05:50
HESEKÊ – EHMED MIHEMED

Tony Roblon di hevdîtina xwe ya bi ajansa me re, behsa sedemên qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye kir.

Dewleta Tirk ji 27'ê Çileyê ve ava çemê Firatê ji ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye qut kiriye, ev yek jî bûye sedem ku di gelek aliyên jiyanî, çandinî û xwezayê de astengî derkevin û zehmetî werin kişandin.

Li gorî rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, asta ava golan derdora 5 metreyan daketiye.

Têkildarî sedemên ku dihêle dewleta Tirk avê qut bike, Amadekarê lêkolînên siyasî û têkiliyên navneteweyî Tony Roblon diyar kir ku qutkirina avê ji ber sedemên siyasî ye û got:" Divê mirov vê mijarê bi buyerên ku di hundirê Tirkiyê de diqewimin re û bi 20 salên dawîn re  dahurîne. Dewleta Tirk bi rêya kontrolkirina avê, hewl dide herêmên Kurdan bixe bin kontrola xwe."

Roblon destnîşan kir ku tişta ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye û Iraqê pêk tê, berdewamiya siyaseta dewleta Tirk a dagirker e ku tunekirina çandan û têkbirina Rêveberiya Xweser dike hedef e. Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide ku siyaset û çavkaniyên enerjî û xwarinê bixe bin serweriya xwe.

Dewleta Tirk bi qutkirina avê ji ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye û Iraqê peymana ku sala 1987'an di navbera Sûriyê, Iraq û Tirkiyê de ya derbarê parvekirina ava Firatê de hatiye îmzekirin, bin pê dike.

Roblon bal kişand ser kontrolkirina enerjiyê û got:" Em dikarin vê yekê di ketina dewleta Tirk kûrahiya axa Iraqê û avakirina baregehên leşkerî li Iraqê de bibînin, her wiha em dikarin li Sûriyê jî bi êrişên 2018`an yên bi rêya komên ku Diri El-Furat jê re dihate gotin re, bibînin."

Roblon anî ziman ku dewleta Tirk li kêleka êrişên leşkerî avê wek çek bi kar tîne û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze aloziyan di navbera dewlet û kêmnetewan de çêbike.  Her wiha avê wek çekê bi kar tîne da ku li herêmê nakokiyan ava bike û nehêle istîqrara siyasî pêk were.

Tony Roblon bi domdarî got: "Ji ber ku di her du rewşan de jî dema ku çavkanî kêm bin, herî zêde xizan bi bandor bibin. Ji ber vê yekê amûrek e ku di nava civakê de û di nava mirovan de tengezarî çêbike û tevlîheviyan biafirîne."

Her wiha diyar kir ku armanc ji şerê avê ew e ku alozî û bêaramiya demdirêj çêbike ku ev jî berovajî şerên kevneşopî ye, ji ber ku ew encamên wê nediyar in, berdêlên wan tên û bandorê li civakê bi giştî dikin û derbarê wan de wiha got: "Şerê avê ji şerê çekdarî xetertir e. Kêmbûna çavkaniyên avê krîzên mîna yên li Sûriye û Iraqê derdixîne holê û aloziya ku gav bi gav giran dibe, wê rê li ber şerên navxweyî veke."

Li ser mekanîzmeya gihaştina çareseriyê ji aloziya ava çemê Firatê û êşa gel re, Roblon got: "Pêwîst e ber bi ava binê erdê ya heyî ve biçin, sûdê ji bedenên mayî yên avê bigirin û xwe nespêrin çem ku li dijî herêmê weke çekekê tê bikaranîn."

Tevî bandorên kêmbûna avê di gelek aliyan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê û tevî bangên domdar ku zext li dewleta Tirk were kirin, lê civaka navneteweyî, rêxistinên hikûmî û mirovî yên navneteweyî bêdeng in.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/320YnZZc-Oo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>