‘Gelê Şengalê dê xwe biparêze û li dijî PDK'ê li ber xwe bide’

Hevserokê PADÊ Omer Salih diyar kir ku dê li dijî bicihkirina hêzên PDK'ê li Şengalê li ber xwe bidin û got “PDK biryaran bi dewleta Tirk re dide û hewl dide tişta ku DAIŞ'ê nekarî bike, temam bike.”

‘Gelê Şengalê dê xwe biparêze û li dijî PDK'ê li ber xwe bide’
3 cotmeh, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENIZ

Piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ku nayê qebûlkirin ku PDK bi hêzên çekdar re were Şengalê, gelê Şengalê li navenda bajêr li ser rêya sereke ya ku PDK'ê dixwest tê re derbas bibe, dest bi nobetê kir.

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih diyar kir ku tu carî nayê qebûlkirin ku PDK bi hêzên leşkerî re li Şengalê xebatên hilbijartinê bike û got: "PDK bi biryara xwe ku destûra wê ji dewleta Tirk girtiye, dixwaze tişta ku DAIŞ’ê nekarî pêk bîne, bibe serî."  

'PDK DIXWAZE PEYMANA XIYANETÊ YA 9'Ê COTMEHÊ BI CIH BÎNE'

Omer Salih da xuyakirin ku PDK ji bo ku peymana 9'ê Cotmehê ya bi Iraq û dewleta Tirk re bi cih bîne, li pey provokasyonan ketiye û wiha axivî: "Îro PDK dixwaze saziyên wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Asayîşa Êzîdxanê, YBŞ, YJŞ, PADÊ û TAJÊ têk bibe. Hewl dide bi hinceta xebatên hilbijartinê provokasyonan bike ku bi hêza xwe nikarîbû li Şengalê bike. PDK'ê beriya niha jî nîşan dabû ku bi peymana Şengalê re xizmetê ji dijminê xwe re dike. PDK hewl dide bikeve Şengalê û hêza xwe ji dewleta Tirk û waliyê Mûsilê digire. Bi desteka wan dixwaze peyamana 9'ê Cotmehê ya xiyanetê bixe meriyetê."

Omer Salih diyar kir ku gelê Şengalê hesab ji wan kesan dipirse ku di sala 2014'an de ew li ber dijminan terikandin û got: "Îro wek gelê Şengalê em amade ne li dijî hemû hewldanên PDK'ê yên provokasyonê rawestin. Me jî ji êzidiyên alîgirên PDK'ê re xeber şand. Me ji wan re got nebin şirîkên vê provokasyonê û dernekevin pêşberî me. Em bi hikumeta Iraqê re di nava têkiliyê de ne, ji me re gotin ew ê nehêlin tu komên çekdar bikevin nava Şengalê. Bê guman em ne ji hikumeta Iraqê ne jî ji PDK'ê bawer in. Armanca wan ew e ku destkeftî û zarokên gelê Êzîdxanê ku li dijî DAIŞ’ê bi qehremanî li ber xwe dan, ji holê rakin."

‘BERXWEDANA ME DÊ LI SER ESASÊ XWEPARASTINÊ BE’

Omer Salih diyar kir ku biryara PDK'ê biryara şikandina îradeya gelê Şengalê ye û got: "Gelê Şengalê ji Fermana 73’yan tecrubeyên xwe derxistin û xweparastinê bi rêxistin dike. Ji saetên sibê ve gelê Şengalê li dijî êrişa gengaz li ser esasê xweparastinê xwe amade dike û bi biryar e ku axa Êzîdxanê ya birûmet biparêze. Ji sere sibê ve me li ser rêyên derbasbûna hêzên PDK'ê dest bi nobetê kir. Em bi biryar in ku hêzên leşkerî yên PDK'ê nexin nava Şengalê."

Omer Salih da xuyakirin ku PDK'ê biryar daye ku tişta çeteyên DAIŞ'ê nekarî bike, bi dewleta Tirk re bike û wiha pê de çû: “PDK dixwaze aramiya Şengalê xirab bike. Zarokên me duh gelê xwe çawa ji çeteyên DAIŞ'ê parastin, îro jî dê biparêzin. Em ji vê bawer dikin. Em ê pêşî li wan kesên ku Şengalê difiroşin dijminan, bigirin û nahêlin li ser vê xaka birûmet peya bibin."

Salih got: "Ji ber ku PDK’Ê hêza xwe kêm bûye, îro dixwaze berê xwe bide Şengalê û careke din girseyekê ji xwe re peyda bike. PDK hatiye wê astê ku nikare li Başûr xebatên hilbijartinê bi rê ve bibe. Aşkera ye ku namzetên li Şengalê dertxistine, kes destekê nadê lê hewl dide li gel hêzên leşkerî bikeve Şengalê û li pey provokasyonan e. Gelê Şengalê dê li dijî vê lîstikê bisekine.”

'DIVÊ GELÊ KURD LI HER DERÊ LI DIJÎ HELWESTA PDK'Ê RAWESTE'

Hevserokê PADÊ Omer Salih destnîşan kir ku divê hemû gelên li Kurdistanê dijîn xwedî li Êzîdxanê derkevin û wiha lê zede kir:  "Çawa ku gelê me di sala 2014'an de li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da, divê îro jî li dijî hîleyên qirêjî yên PDK'ê bisekine. Kesên ku dibêjin em li cem gelê Şengalê ne, divê bi pratîkî li dijî vê provokasyona PDK'ê helwestê nîşan bidin û nehêlin PDK bikeve Şengalê. Ji bo ku fermaneke nû neyê serê Şengalê divê gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê li dijî siyaseta xayîn û qirêjî yên PDK'ê rabe ser pêyan. Wek gelê Şengalê heta dawiyê li dijî siyaseta qirêjî ya PDK'ê ya bi nokeran re, em ê li ber xwe bidin."

ANHA