Hêzên hikumeta Şamê herêmên li gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişî gelek bajarokên gundewarê Idlib û Hemayê kirin.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên li gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kir
2 cotmeh, 2021   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mrovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê piştî nîvê şevê êrişî herêma "bêçek" ên bajarokên El-Ziyara û Xirbet El-Neqûs ên Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê gundewarê Hemayê, herêmên din ên li Filêfil û Benîn li beşa başûryê gundewarê Idlibê, kirine.

SOHR'ê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk bi sekvanan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên bejahiya Basartûn a gundewarê rojavayê Helebê kirin armanc. Di encamê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê êrişî herêma "bêçek" kir. Di encamê de jinek hat qetilkirin û 5 kes birîndar bûn. Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê herêmên "bêçek" ên bajarokê El-Berha ku leşkerên dewleta Tirk lê hene, bombebaran kir.

(dx)