Cotkarên rojavayê Kobanê ji ber kêmbûna avê bi fikar in

Bi nêzîkbûna dema çandina hilberînên zivistanê re, şêniyên gundewarên rojavayê Kobanê gotin ew bi fikar in ku sînaryoya sala borî dubare bibe, ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê delweta Tirk ve zirar gihaşt mewismê.

Cotkarên rojavayê Kobanê ji ber kêmbûna avê bi fikar in
2 cotmeh, 2021   09:39
KOBANÊ-NÎHAD KERO

Kêmkirina asta ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve gelek pirsgirêk ji gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bi taybet gundewarê rojavayê Kobanê çêkirin, ji ber ku zeviyên xwe bi rêya ava Firatê av didin.

Şêniyên Kobanê ji ajansa me re fikarên xwe derbarê zêdebûna asta kêmbûna ava çemê Firatê de anîn ziman. Şêniyan diyar kir ku eger rewş wisa bidome dê zirarê bigihîne mewsima çandiniyê ya li gundewarê rojavayê Kobanê.

Cotkarê bi navê Sibhî Elî yê ji gundê Borazê got: "Kêmbûna asta ava çemê Firatê di sala borî de bandoreke mezin li çandiniya li herêmê kir. Gelek pirsgirêk derketin, di bîran de av pir kêm bû û gihaşt asta hişkbûnê. Ji ber vê yekê em neçar man ku hejmara boriyan zêde bikin, ku lêçûna wê li ser me zêde bû û zirarên mezin çêbûn."

Elî her wiha diyar kir ku gelek kes difikirin ku îsal zeviyan neçînin, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker hîn jî asta avê kêm dike, ji bo vê şêniyên herêmê ji dubarekirina senaryoya sala borî bi fikar in.

Cotkar Mistefa Hesen ê ji gundê Borazê got li gorî salên berê, sala borî dijwar bû. Kêmbûna asta ava çemê Firatê zirar gihand çandiniyê, ji ber ku piraniya zevî avî ne, li herêmê zuhabûn çêbû û ava bîran kêm bû. Hesen wiha domand: "Yên ku di kûrahiya 30 metreyan de av ji bîran derdixist, niha pêwîstiya wî bi dirêjeyeke duqat heye da ku avê derkeve. "

Mistefa Hesen destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji qutkirina avê ew e ku şêniyên herêmê dorpêç bike û axa wan dagir bike.

Cotkarê bi navê Berekat El-Mihemed jî got: "Çandiniya avî li ser cotkarên bûye bar ku di salên borî de jê sûd werdigirtin. Lê di sala çûyî de kêmbûna avê zirarên mezin gihand cotkaran û tirs di dilê wan de çand. Ev yek dê zirarê bigihîne çandiniya avî. "

El-Mihemed destnîşan kir ku kêmbûna avê ne tenê bandor li çandiniyê kir, lê bandor li sawalan jî kir. Ji ber ku piraniya sewalan şînatî dixwarin, bi kêmbûna avê re êdî şînatî şîn nabin û bi wê re cotkar neçar dimînin êm jî bikirin.

Şêyinên herêmê niha xwe amade dikin ku erdên xwe bajon û bi berhemên zivistanê mîna genim û ceh biçînin. Ji ber ku dema çandiniyê li kantona Kobanê di navbera meha Cotmeh û Mijdarê de ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker ji 27’ê Çileyê û vir ve asta ava Firatê pir kêm kiriye.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oy-7yw9W8PM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>