Sînatorekî amerîkî dagirkiriya Tirk a li ser Qibirsê rexne kir

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê senator Bob Menendez roja Înê bi daxuyaniyekê dagirkeriya Tirk a li Qibrisê rexne kir û banga bidawîkirina wê kir.

Sînatorekî amerîkî dagirkiriya Tirk a li ser Qibirsê rexne kir
2 cotmeh, 2021   09:52
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî marpela Grek Rebotar senator Bob Menendez bi daxuyaniyek bang li dewleta Tirk kir ku dagirkeriya xwe ya ne fermî ji axa Qibrisê re bi dawî bike. Her wiha piştrast kir ku hevalbendiya DYA bi Qibrisê berdewam e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Ez bi qibrisyên li New Jerseyê û cîhanê salvegera 61`an a serxwebûna komara Qibrisê pîroz dikim. Di vê rojê de em dagirkeriya leşkerî ya Tirk a nerewa ya li ser axa Qibrisê şermezar dikin ku ji 50 salî ve heye."

(dm)