Li herêmê 269 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro li herêmê 269 kesên din bi Koronayê ketine, 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li herêmê 269 kesên din bi Koronayê ketin
1 cotmeh, 2021   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand 269 kesên din bi Koronayê ketine, ji wan 149 mêr, 120 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 60

Qamişlo: 30

Dêrik: 34

Rimêlan: 4

Girkê Legê: 8

Çilaxa: yek

Amûdê: 8

Dirbêsiyê: 14

Kobanê: 28

Reqa: 42

Tebqa: 23

Dêrazor: 15

Kampa Roj: 2

Her wiha diyar kir ku 10 kesên din baş bûne.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 hezar û 114 kes bi Koronayê ketine, 935 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 172 kes baş bûne.

(cx)