'Divê hikumeta Başûr rojnamevanên girtî yekser berde'

Nûçegihanên Sînornenas û Navenda Metro bang li hikumeta Başûr kir ku rojnamevanên girtî tavilê serbest berde. Nexasim ku rewşa 3 rojnamevanên ketibûn gireva birçîbûnê, xirab e.

'Divê hikumeta Başûr rojnamevanên girtî yekser berde'
1 cotmeh, 2021   12:21
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê 5 rojnamevan hatibûn binçavkirin, 3 ji wan ji ber mercên xirab ên girtîgehê dest bi gireva birçîbûnê kiribûn.

Nûçegihanên Sînornenas û Navenda Metro ya Azadiya Çapemeniyê bang li hikumeta Başûr kir ku yekser rojnamevanên girtî berde.

Rojnamevanên serbixwe Şerwan Şerwanî, Ayaz Kerem û Gehdar Zîbarî ji 6`ê Îlonê ve li dijî mercên xirab ên girtîgehê dest bi gireva birçîbûnê kirine.

Piştî çend rojan bêyî xwarin, rewşa hin girtiyan bi taybet Ayaz Kerem xirab bû.

Di vê derbarê de, berpirsa Nivîsgeha Rojhilata Navîn a Nûçegihanên Sînornenas Sabirîn Newî got: “Em banga serbestberdana hemû rojnamevanên girtî dikin. Rojnamevan rastî tawanbariyên bê bingeh û îşkenceyê tên. 3 ji wan ketine gireva birçîbûnê û rewşa wan xeter e. Divî sînorek ji van kiryaran re bê danîn.”

Mudîrê Navenda Metro Diyarî Mihemed jî banga berdana rojnamevanan û ewlehkirina wan kir û piştrast kir ku xebatkarên çapemeniyê ji ber xebastên xwe yên şopandina bûyeran û belgekirina wan, fatûreyê didin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava 180 welatên di lîsteya Azadiya Çapemeniyê de ku Nûçegihanên Sînornenas îsal parve kiribû, Iraq weletê 163`emîn e.

(cx)