Rejîma Îranê ciwanekî Kurd bi êşkenceyê qetil kir

Ciwanekî Kurd li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê ji aliyê gardiyanên girtîgehê ve bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.

Rejîma Îranê ciwanekî Kurd bi êşkenceyê qetil kir
1 cotmeh, 2021   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) bi daxuyaniyekê ragihand ku ciwanekî Kurd li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê ji aliyê gardiyanan ve bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.

Li gorî komeleyê navê ciwanê Kurd Şahîn Deyrzade ye, beriya niha ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û ceza salek û sê meh lê hatibû birîn. Şahîn Deryzade ew di qawîşa 15’an a Girtîgeha Navendî ya Urmiyê de digirtin.

Di dewamê de hate gotin ku hefteya borî piştî ku di navbera Deyrzade û rêveberên girtîgehê de alozî derdikeve wî radikin cihekî ne diyar. Roja Sêşemê 28’ê Îlonê rayedarên girtîgehê bi rêya telefonê li malbata wî ciwanî digerin û ji wan re dibêjin ku ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe biçin Nexweşxaneya Xumeynî ya Bajarê Urmiyê.

Komeleyê di dewama daxuyaniya xwe de got; “Ji ber ku ger cenaze xirab bibe wê doktorên edlî nekaribin lêkolînê li ser bikin, ji ber wê yekê bi zanebûn cenazeyê Şahîn Deyrzade xistibûn nav sandiqa şkestî û xirabbûyî ya morgê û ji ber wê cenaze têk çûbû. Ji bo ku sedemê rastîn a qetilkirina ciwanê Kurd eşkere nebe sedemê mirina wî wek ‘rawestana dil’ nîşan dan. Agahiyên ku ji girtîgehê tên jî nîşan didin ku bi êşkence hatiye qetilkirin.”