Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Malezyayê ji bo azadiya rêber Ocalan bang kir 

Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Malezyayê Sîvarajan Arumugam banga piştgiriyê ji bo kampanyaya hashtagê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Malezyayê ji bo azadiya rêber Ocalan bang kir 
1 cotmeh, 2021   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî bangên ji Awistralya, Lîbya, Misir, Hindistan, Pakistan û Rojhilata Navîn, sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Malezyayê  Sîvarajan Arumugam jî banga piştgiriyê ji bo kampanyaya hashtagê ya Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê kir ku dê di 8'ê Cotmehê de dest pê bike.

Sîvarajan Arumugam ni vîdeoyekê ku ji aliyê Meclisa Dîjîtal a Kurdistanê ve hat weşandin, destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya rêberê Abdullah Ocalan tavilê were misogerkirin û nabe ku girtî bimîne.

Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Malezyayê Sîvarajan Arumugam peyamek şand û tê de wiha got:

"Heke em behsa şoreşa Rojava dikin, divê em li ser birêz Abdullah Ocalan biaxivin. Birêz Ocalan demeke dirêj e li Tirkiyê girtî ye. Şoreşa Rojava ya li ser fikrên birêz Abdullah Ocalan hatiye avakirin; wekhevî, azadî, edaleta civakî û têkoşîna ekolojîk temsîl dike. Şoreşa Rojava û hêviyên xwediyê fikrên şoreşê birêz Abdullah Ocalan mezin in. Girtîbûna birêz Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin."