Talîban taîfeya Hezare ya Şîa neçarî koçberiyê dike

Bi sedan malbatên taîfeya Hezare ya Şîa ji ber fermanên Talîban koçber bûn. Di demekê de metirsiyên ji zêdebûna zordestiya Talîban li dijî taîfeyên din zêde dibin.

Talîban taîfeya Hezare ya Şîa neçarî koçberiyê dike
1 cotmeh, 2021   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Wall Street Jouranl, Talîbanê vê hefteyê gef li şêniyên gundên Kendîr û Tacebidar xwar û jê xwest ku di 9 rojan de ji malên xwe derkevin. Şêniyên herdu gundan piştrast kirin ku bi hezaran kesên ji 700 malbatên taîfeya Hezare ji ber fermanên Talîban malên xwe terikandin.

Hefteya borî jî hakimê Talîbanê li herêma Bato ya kantona Daykundî Mela Mesfîr gef li şêniyên gundên Şagulca û Xercakê xwaribû û ferman da ku di 5 rojan de ji malên xwe derkevin.

Piraniya rayedarên Talîbanê ên li Uruzgan û Daykundî wekî piraniya endamên tevgerê, girêdayî civaka Beştûnî ya Sunî ne.

Şêxê êla Tecibdar, Xulam Hezrat Muhemedî got: “Ev kiryareke metirsîdar e. Tenê ji ber ku em ji taîfeya Hezare ne, ev yek li dijî me pêk tê.”

Hin niştecihan bi bîr xist ku Talîban û alîgirên wê sewal û hilberînên wan mîna genim û bahîv desteser kirine.

Şêniyên gundên zirar dîtine, piştrast kirin ku Talîban kesên ji taîfeya Beştûnî yên ji herêma Uruzgan li şûna şêniyên resen bi cih dike.

Lêkolîner û pisporê qanûnê Îhsan Kan got: “Rêbaza ku Talîban pê şêniyên xwecih neçar dike mal û erdê xwe terk bikin neqanûnî ye.”

Şêniyên koçber dibêjin, Talîban bi koçberkirina wan xwest endam û alîgirên xwe xelat bike. Her wiha gotin kesên di malên wan de hatine bicihkirin, ne endamên Talîban in. Lê bi desteka Talîban milkên wan desteser kirine.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li herêmên din ên Efganistanê jî li Efganên ji taîfeya Hezare gef tên xwarin û hinek ji wan rastî lêdan û îşkenceyê tên.

(şx)