Helîkopteran gundekî Başûrê Kurdistanê gulebaran kir

Duh bi şev helîkopterên dewleta Tirk a dagirker gundê Kêste ya ser bi Metîna ya Behdînanê, bi dijwarî gulebaran kir.

Helîkopteran gundekî Başûrê Kurdistanê gulebaran kir
1 cotmeh, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, helîkopteran nêzî 2 demjimêran herêmê gulebaran kirine.

Çavkaniyên herêmê dibêjin, ji ber êrişên dewleta Tirk, xekê herêmê newêre ji mal derkevin û tirsek mezin heye.

Heya niha nayê zanîn bê ka di encama êrişa helîkopteran de, ziyanek çêbuye yan na. HPG’ê jî heya niha ti daxuyaniyek nedaye.

Çavkanî: Rojnews