ANHA bîlançoya mehekê ya êrişên li dijî Til Temirê belge kir

Hêzên dagirker di meha Îlonê de asta êrişên xwe li ser gundewarê Til Temirê de zêde kirin. Di 15 rojên dawî de 30 carî gundê Dirdara topbaran kir. Hêzên parastinê li hemberî van êrişan mafê parastina rewa bi kar tînin.

ANHA bîlançoya mehekê ya êrişên li dijî Til Temirê belge kir
ANHA bîlançoya mehekê ya êrişên li dijî Til Temirê belge kir
ANHA bîlançoya mehekê ya êrişên li dijî Til Temirê belge kir
ANHA bîlançoya mehekê ya êrişên li dijî Til Temirê belge kir
1 cotmeh, 2021   05:41
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ruxmî peymanên agirbestê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve êrişî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di sêrî de navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê dikin.

Têkildarî bîlançoya êrişên meha Îlonê ya li dijî navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ajansa me raporek amade kir.

Di Îlonê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gelek eniyan asta êrişên xwe zêde kirin, gundên bakur û bakurê rojavayê navçeyê topbaran kirin.

Gundên ku herî zêde hatin topbarankirin ev in: Dirdara yê dikeve bakurê navçeyê, Um El-Xêr, Gozeliyê û Til El-Leben ên li nêzî rêya M4 ya li başûrê rojavayê navçeyê, Til Cuma, Til Kefîcî yên asûr, Um El-Kêf û gundê Tawîle yê li bakur rojavayê.

Di 16 rojên dawîn ên meha Îlonê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 30 caran gundê Dirdara bi moşekan topbaran kir.

Ji 19'ê heta 24'ê Îlonê hêzên dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Til Tewîl û Dirdara kirin hedef, di encamê de 2 leşkerên hikumetê birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di 26`ê Îlonê de du helîkopterên Rûsyayê kir hedef. Helîkopter dema ku ku li ser eniyên şer ên li nêzî gundê Dirdarayê dewriye pêk dianîn û di rêya vegera li nuqteya xwe ya li gundê Til Ehmer ê bakurê navçeyê de hatin hedefgirtin.

ENCAMÊN TOPBARANÊ

Ji ber topbaranê bi dehan mal û milkên sivîlan wêran bûn. Her wiha dibistana gundê Dirdara, Gozeliyê û Ebûş û mizgeftên wan bi temamî wêran bûn.

HEWLESTA HÊZÊN PARÊZVAN

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li gorî peyamên navneteweyî yên têkildarî agirbestê tev digerin. Lê dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeyê bêserûber topbaran dkin, ew bê helwest namîne bersiva jêderên topbaranê dide.

Di çarçoveya mafê parastina rewa de şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişên li dijî Um El-Xêr ê rojavayê navçeya Til Temirê dan û di encamê de şervan Zeyneb Serêkaniyê şehîd bû û 3 şervanên din jî birîndar bûn.

HELWESTA HÊZA GARANTOR A RÛS

Rûsyayê heya niha li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker tu helwest nîşan nedaye. Ruxmî ku hêzeke garator e û dewriyeyeke wê di 26`ê Îlonê de ji aliyê dewleta Tirk ve hat hedefgirtin, lê dîsa li hemberî van êrişên domdar bêdeng e.

Hêzên hikumeta Şamê jî tevî ku nuqteyên wê di 19`ê Îlonê heta 24`ê Îlonê de hatin hedefkirtin û endamên birîndar bûn, lê bêdeng dimîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dS-KDcg42CQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>