Rojnameyên Erebî: Rûsya hewl dide dosyaya Idlibê bi dawî bike

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de têkildarî encamên dan û standinên Soçiyê, şerê li Asyaya Navîn û rewşa Misirê nivîsîn.

Rojnameyên Erebî: Rûsya hewl dide dosyaya Idlibê bi dawî bike
1 cotmeh, 2021   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛSYA DIXWAZE DOSYAYA IDLIBÊ BI DAWÎ BIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Moskov hewl dide dosyaya Idlibê bi dawî bike. Idlib hema bêje parêzgeha yekemîn e ya ji derveyî serweriya dewleta Sûriyê maye. Hevdîtina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di vê derbarê de bû, tevî ku her du serokan tu daxuyaniyên girêdayî vê dosyayê nedan.

Gelek çavdêran pêşbîn kir ku dan û standinên her du serokan germ bin û desntîşan kir ku beriya hevdîtinê Moskovê hefteya borî êrişên hewayî li dijî komên alîgirên Enqereyê yên li bakurê Sûriyê pêk anîn.

Sala borî Tirkiye û Rûsyayê li ser agirbestê li hev kiribû da ku rê li operasyona leşkerî ya Rûsî-Sûrî li dijî çeteyên li Idlibê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, bigirin.”

‘ÎRAN NAMEYAN DIDE HEVBENDIYA TIRKIYE-AZERBÊCANÊ’

Rojnameya El-Ereb jî behsa şerê li Asyaya Navîn kir û wiha nivîsî: “Îranê ragihand ku ew ê li nêzî sînorên Azerbêcanê tetbîqatên leşkerî pêk bîne, armanc jê ew e ku zextê li Bakuyê bike da ku hevkariya bi Til Evîvê re qut bike. Bi wê yekê Îranê name hem dan hevbendiya Tirkiye-Azerbêcanê û hem da Îsraîlê ya ku hevalbenda Azerbêcanê ye.

Artêşa Îranê pêncşemê ragihandibû ku dê li bakurê rojavayê welêt li nêzî sînorê bi Azerbêcanê re, roja înê tetbîqatên leşkerî pêk bîne.

Serokê Azerbêcanê Îlham Aliyev di hevpeyvîna li gel dezgehên çapemeniyê de ew gav rexne kiribû û wekî “bûyereke ji nişka ve” bi nav kiribû.”

‘MISIRÊ PLANEKE VEJANDINA ÎXWANAN TÊK BIR’

Têkildarî rojeva Misirê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Hikumeta Misirê roja pêncşemê ragihand ku wan planeke fînansekirina koma Îxwanan, têk biriye. Hikumetê ragihand ku têkiliyên Îxwanan bi serokê berê yê şîrketa 'Cuheyne’ ya mast û ava fêkiyan Sefwan Sabit re heye.

Wezareta Karên Hundir a Misirê bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanc ji planê ew bû ku şîrketên Sabit ji bo veguhestin û veşartina pereyên rêxistinê û bikaranîna wan ji bo berjewendiyên rêxistinên terorîst, werin bikaranîn û wiha got: “Li maleke li parêzgeha Cîze, 8.4 milyon dolar hatin dîtin. Sabit yek ji fermandarên Îxwanan e.”

Hêjayî gotinê ye ku Sabit Kanûna borî hatibû binçavkirin. Kurê wî Seyf El-Dîn jî di Sibatê de hatibû binçavkirin.”

(cx)