Şêniyên gundên rojavayê Kobanê bi tîbûn û nexweşiyê re rû bi rû ne

Şêniyên gundewarên rojavayê Kobanê yên nêzî çemê Firatê destnîşan kir ku ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, ew bê av in, çem qirêjî bûye û nexweşî belav dibin. Şêniyan bang kir ku ava çem were berdan.

Şêniyên gundên rojavayê Kobanê bi tîbûn û nexweşiyê re rû bi rû ne
1 cotmeh, 2021   08:02
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Ji 27`ê Çileyê 2021`an ve dewleta Tirk ava çemê Firatê ji ser gelê herêmê qut dike û bi vê yekê peymana bi Sûriyê re ya sala 1987`an binpê dike ku divê di her saniyekê de 500 metrekab av bigihêje Sûriyê. Niha jî dewleta Tirk tenê di her saniyekê de 182 metrekab av berdide.

Kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê bandor li saetên dayîna kehrebeyê ji herêmê re kir. Her wiha yekser bandor li çandiniyê kir ku li gorî salên berê paşde ket û bandor li sewaldariyê jî kir û zerar gihaşt şêniyan.

Ji ber qirêjbûna ava çem, şêniyên gundewarên derdorê bi taybet û welatiyên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, bi gelek nexweşiyan ketin, ava vexwarinê li herêmê kêm bû û şênî bi tîbûnê û xetereya nexweşiyên cuda re rû bi rû man.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mistefa Şerîf ê ji gundê Boraz ê li ser qiraxa çemê Firatê ye, wiha axivî: "Ji ber kêmbûna avê di golê de û sekinandina herikandina wê, av pir qirêjî bû. Nexweşî di nava şêniyan de belav bû û bêhna qirêjî ji golê radibe."

Mistefa Şerîf wiha domand: "Zirar gihaşt çandiniyê, bandor bi awayekî yekser li şêniyan bû û nexweşî bi wan re çêbûn."

Her wiha welatiyê bi navê Ferman Ehmed jî ev tişt got: "Ji ber kêmbûna ava Firatê û qirêja ku tê de çêbûye, ava vexwarinê li gundewarên derdorê nemaye. Şênî neçar dimînin ku ava qirêjî vexwin û ev yek jî dihêle ku nexweşî bi wan re çêbin."

Ferman Ehmed destnîşan kir ku ava bîran şor e û nayê vexwarin û divê niştecih ava çem a qirêjî vexwin an jî ava şor a bîran vexwin.

Fedîle Osman ku ji pêkhateya Ereb e û ji gundê Zirkotike ye, got: "Qirêjbûna ava çem nexweşiyê li gel zarokan çêdike."

Fedîle Osman destnîşan kir ku çem veguheriye golekê, ava wê nayê vexwarin û ji ber kêmbûna rêjeya avê li şûna ku sûdê jê bigirin, gelek zehmetiyan dibînin.Fedîle bang kir ku dewleta Tirk ava çemê Firatê berde û hişyarî ji karesateke mirovî da.

Tevî bangewaziyên ji bo dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê berde û wek çekekê li hember gelê herêmê bi kar neyne jî, lê dewleta Tirk siyaseta dijminahî li dijî herêmê û gelê wê didomîne.

Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, şênî neçar dimînin ku ava vexwarinê ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dj7LYttDG38" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>