Ebdulkerîm Omer Însiyatîfa NY`yî erênî nirxand

Ebdulkerîm Omer, însiyatîfa NY`yî ya derbarê malbatên DAIŞ`î de erênî nirxand û got, “Bawer im ev însiyatîf encama hewldan û bangawaziyên Rêveberiya Xweser ên bi salan di vê derbarê de ye.”

Ebdulkerîm Omer Însiyatîfa NY`yî erênî nirxand
1 cotmeh, 2021   06:04
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, însiyatîfa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya piştî civîna 76`an a Komeleya Giştî ya NY`yî (29`ê Îlonê) hatî destpêkirin, erênî nirxand. Armanc ji însiyatîfê ew e dewlet, welatiyên xwe yên tev li DAIŞ`ê bûne ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî ên li kampa Holê, vegerînin.

Sekerterê Giştî yê NY`yî Antonio Guterres wiha gotibû, nabe ev rewş wiha dewam bike û hişyarî dabû heke ku ev aloziya hiqûqî bi awayekî giştî neyê çareserkirin, dê civaka navneteweyî bi xeteriyên ewlehiyê yên demdirêj re rû bi rû bimîne. Guterres daxuyandibû ku aliyên navneteweyî ji bo bidawîkirina vê aloziyê bi lez, çareseriyan dibîne.

Guterres wiha dewam kir: “Însiyatîf piştgiriya diravî û teknîkî dide da ku pêdiviyên hiqûqî û mirovî yên lezgîn ji kesên ji Iraq û Sûriye vedigerin re, bê peydakirin. Her wiha wekî bersivdayîna metirsiyên ewlehiyê û edaletê bi awayekî guncaw û li gorî zaynedê û parastina zarokan û qurbaniyan e.”

Tenê li kampa Holê nêzî 60 hezar kes hene, piraniya wan ji malbat û alîgirên çeteyên DAIŞ`ê ne. Her wiha beşekî taybet ji jinên biyanî yên di nava DAIŞ`ê de heye bi navê “Muhacîrat” tê nasîn û tê de zêdetirî 8 hezar kes heye, piraniya wan zarokên kêmî 14 saliyê ne. Li girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nêzî 12 hezar çeteyên DAIŞ`ê tên ragirtin, ew çete ji zêdetirî 54 welatan in.

'ÎNSIYATÎF ERÊNÎ YE'

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku însiyatîfa NY`yî erênî ye û got: “Bawer im ku ev însiyatîf encama hewldan û bangawaziyên Rêveberiya Xweser ên bi salan di vê derbarê de ne.”

Omer daxuyand ku pirsgirêka çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan, bi girêk e û bi tenê nikarin çareser bikin û wiha got: “Di 3`yê Hezîrana borî de bi rêya Zoom bi nûnerên 50 welatên Ewropa, hin saziyên YE`yê û nûnerên Wezareta Karên Derve ya Amerîka û Kanadayê re civînek hat lidarxistin. Me piştrast kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka DAIŞ`ê divê dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ`ê de bûn, bi taybetî jin û zarokan vegerînin welatên wan.”

Omer destnîşan kir, ger dosyaya DAIŞ`ê neyê çareserkirin dê nifşekî radîkal û terorîst û ji DAIŞ`ê xetertir were afirandin. Omer bang li dewletên ku di mijara vegerandina welatiyên xwe de xwe didin alî, kir ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser da ku mercên mirovî û ewlehî ku malbatên DAIŞ`ê li kampan tê de dijîn, werin başkirin.

Omer îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gelek caran bangawazî kir û gelek civîn bi welatên Ewropayê re li dar xist, lê civaka navneteweyî û welatên ku welatiyên wanên di nava DAIŞ`ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, bi awayê pêwîst neketin tevgerê û wiha dewam kir: “Tevgerên pir kêm ên hin dewletan hene. Peywendî bi hin welatên Ewropayê re hene da ku welatiyên xwe vegerînin. Lê di rastiyê de, pirsgirêk pir mezin e , ji ber ku hejmareke zêde niha li cem heye.”

NASNAMEYÊN 50 ZAROKÎ NAYÊN ZANÎN

Li kampa Holê zêdetirî 11 hezar kes hene, piraniya wan zarok in, ew ji zêdetirî 54 welatên cuda yên Asya û Ewropayê ne. Omer di vê derbarê de ev agahî parve kirin: “Dosyaya malbatên DAIŞ`ê pir bi girêk e. Nêzî 50 zarokên sêwî ku nasnameyên wan nayên zanîn hene. Hin jin xwedî zêdetirî 4 zarokan in, her zarokek ji bavekî ye û her bavek ji welatekî cuda ye.”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer bi bîr xist ku wan banga lidarxistina konferanseke navneteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêka DAIŞ`ê kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewş niha li kampa Holê, mîna narîncokên li ber teqînê ye. Em nizanin dê kengî biteqe. Lê helbet dê bandorên mezin li me û li civata navneteweyî bike.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o7qU9Pv6t2k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>