Bîlançoya mehekê ya êrişên li ser herêma Efrînê hate eşkerekirin

Bîlançoya meha Îlonê ya topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Efrîn û Şehbayê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê rojane herêm hatiye topbarankirin û balafirên şer û keşfê li ser herêmê geriyane.  

Bîlançoya mehekê ya êrişên li ser herêma Efrînê hate eşkerekirin
1 cotmeh, 2021   05:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bîlançoyê; navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî û herêma Şehbayê bi şev û roj hatine topbarankirin û balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêmê geriyane.

Bîlançoya êrişên meha Îlonê ya li ser Herêma Efrînê wiha ye:   

Di 1`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Şealê, Zêwan, Radar, Til Enab, Eyn Deqnê , Şêx Îsa, Mişêrfê, Merenaz, Malikiyê, Elqemiyê û Şewarqa yên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi obîs û doçka hatin topbarankirin; nêzî 100 obîsî hatine avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 2`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Tepê Xwedê, Eyn Deqnê, Elqemiyê, Şewarqa, Îrşadiyê, Qinêtirê, Hirşê Soxanekê û Tat Meraşê yên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi obîs û doçka û hawanan hatin topbarankirin; 67 guleyên obîsê û 31 hawan hatin avêtin.

Di 3`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Tepê Şehîd Xabûr, Merenaz, Eyn Deqnê, Elqemiyê, Qinêtirê, Minix û Til Medîq yên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi obîs, hawan û tankan hatin topbarankirin; 47 guleyên obîsê, 31 hawan û 23 guleyên tankê hatin avêtin. Her wiha balafirên şer û balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 4`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Zêwan, Eyn Deqnê , Şêx Îsa, Mişêrfê, Merenaz, Malikiyê, Tepê Şehîd Xabûr û Şewarqa yên herêma Şehba û Şêrawa bi obîs, hawan û doçka hatin topbarankirin; 12 obîs, 12 hawan û 4 guleyên tankê hatin avêtin. Her wiha balafirên şer û balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 5`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Mişêrfê, Tepê Xwedê, Merenaz, Qinêtirê û Hirşê Soxanekê yên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi tank, obîs û doçka hatin topbarankirin; 23 guleyên obîsê û 7 guleyên tankê hatin avêtin. 

Di 6`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Til Medîq, Bêlûniyê, Tepê Kilûtê, Tepê Meyasê û Malikiyê yên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi obîs, doçka û hawanan hatin topbarankirin; 11 guleyên obîsê û 15 hawan hatin avêtin. Her wiha balafirên şer û balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 7`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Tepê Şehîd Xabûr, Tat Meraş, Şewarqa, Malikiyê û Merenazê yên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi doçka, hawan û obîsan hatin topbarankirin; 29 guleyên obîsê û 10 hawan hatin avêtin. Her wiha balafirên şer û balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 8`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Hirbil, Semûqa, Merenaz, Malikiyê, Elqemiyê, Bircqasê, Tat Meraşê û Şewarqa yên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi doçka, obîs, hawan û tankan hatin topbarankirin; 67 guleyên obîs, 37 hawan û 9 guleyên tankê hatin avêtin. Her wih balafirên şer û balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 9`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Minixê, Eyn Deqnê, Samûqa, Merenaz, Malikiyê û Tepê Şehîd Xabûr yên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi obîs, hawan û doçka hatin topbarankirin; 34 guleyên obîsê û 5 hawan hatin avêtin. Her wiha balafirên şer û balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 10`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Bircqasê, Tepê Meyasê, Tepê Şehîd Xabûr, Sê Mefreq, Merenaz, Elqemiyê, Malikiyê, Şewarqa, Eyn Deqnê, Semûqa û Bendava Şehba yên navçeya Şêrawa û herêma Şehbayê bi doçka, bombeavêj, obîs û hawanan hatin topbarankirin; 88 hawan û 45 guleyên obîsê hatin avêtin. Her wiha balafirên şer û balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 11`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Semûqa, Malikiyê, Merenazê û Şewarqa yên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi tank, bombeavêj, hawan û obîsan hatin topbarankirin; 20 guleyên tankê, 30 guleyên obîsê û 20 hawan hatin avêtin. Her wiha balafirên şer û balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 12`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Îrşadiyê, Şewarqa, Malikiyê, Eyn Deqnê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê hatin topbarankirin; 7 guleyên tankê, 38 guleyên obîsê û 12 hawan hatin avêtin. Her wiha balafirên şer û balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 13`ê Îlonê di bi şev û roj gundên Soxanekê, Elqemiyê, Îrşadiyê, Malikiyê, Şewarqa û Minixê yên navçeya Şêrawa û herêma Şehbayê bi doçka, tank û obîsan hatin topbarankirin; 14 guleyên tankê û 15 guleyên obîsê hatin avêtin. Her wiha balafirên şer û balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 14`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Til Medîq, Merenazê, Soxanekê, Sê Mefreq, Aqîbê, Tepê Şehîd Xabûr yên Şehba û Şêrawa bi obîs û hawanan hatin topbarankirin; 15 guleyên obîsê û 35 hawan hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 15`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Bênê, Îrşadiyê, Bircqasê, gundê Mezin, Merenazê, Tat Meraş û Malikiyê yên Şêrawa û Şehbayê bi doçka, hawan û obîsan hatin topbarankirin; 18 hawan û 8 guleyên obîsê hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê li ser herêma Şehba geriyan.

Di 16`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Samûqa, Dêrcimêlê, Bênê, Merenazê, Elqemiyê, Şewarqa û Malikiyê yên Şehba û Şêrawa bi doçka, tank, hawan û obîsan hatin topbarankirin; 19 guleyên obîsê, 12 hawan û 4 guleyên tankê hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 17`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Aqîbê, gundê Mezin, Tepê Şehîd Xabûr, Tepê Meyasê, Tat Meraş, Şewarqa, Malikiyê, Merenazê û Soxanekê yên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi obîs û hawanan hatin topbarankirin; 13 guleyên obîsê û 7 hawan hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

di 18`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Zîwan, Merenaz, Malikiyê, Elqemiyê û Îrşadiyê yên herêma Şehbayê bi doçka, obîs û hawanan hatin topbarankirin; 35 guleyên obîsê û 10 hawan hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 19`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Minix, Samûqa, Eyn Deqnê, Merenazê, Şewarqa, Meyasê, Qinêtirê, Sê Mefreq û Malikiyê yên Şehba û Şêrawa bi doçka, hawan û obîsan hatin topbarankirin; 10 guleyên tankê, 10 guleyên obîsê û 6 hawan hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 20`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Soxanekê, Merenazê, Şewarqa û Malikiyê yên Şehba û Şêrawa bi doçka, obîs û hawanan hatin topbarankirin; 5 guleyên obîsê hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 21`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Tepê Şehîd Xabûr û Tat Meraşê yên Şehba û Şêrawa bi doçka, hawan, tank û obîsan hatin topbarankirin; 3 hawan, 6 guleyên tankê û 21 guleyên obîsê hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 22`yê Îlonê de bi şev û roj gundên Minix, Samûqa, Eyn Deqnê, Til Rifet û Merenazê yên herêma Şehbayê bi hawan û obîsan hatin topbarankirin; 4 guleyên obîsê û 20 hawan hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 23`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Samûqa, Minix, Merenaz û Malikiyê yên Şehba bi hawan û obîsan hatin topbarankirin; 9 guleyên obîsê û 15 hawan hatin1 avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 24`ê Îlonê de bi şev roj gundên Minix, Eyn Deqnê, Tat Meraş, Tepê Şehîd Xabûr, Merenazê û Qinêtirê yên Şehba û Şêrawa bi obîs û hawanan hatin topbarankirin; 8 hawan û 10 guleyên obîsê hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 25`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Malikiyê, Merenazê, Meyasê, Soxanekê, Zêwanê û Şêx Îsa yên Şehba û Şêrawa bi obîsan hatin topbarankirin; 4 guleyên obîsê hatin avêtin.

Di 26`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Merenaz, Elqemiyê, Şewarqa, Malikiyê yên Şehba û Şêrawa bi obîs û hawanan topbarankirin; 20 guleyên obîsê û 3 hawan hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 27`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Merenaz, Tinib, Şewarqa, Meyasê û Samûqa yên Şehba û Şêrawa bi obîs û doçka hatin topbarankirin; 25 guleyên obîsê hatin avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 28`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Merenaz û Malikiyê yên Şehbayê bi hawan û obîsan hatin topbarankirin; 8 hawan û 14 guleyên obîsê hatine avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

Di 29`ê Îlonê de bi şev û roj gundên Samûqa, Tinib, Merenaz, Malikiyê û Şewarqa yên Şehba û Şêrawa bi tank û obîsan hatin topbarankirin; 16 guleyên tankê û 12 guleyên obîsê hatine avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba geriyan.

Di 30`yê Îlonê de bi şev û roj gundên Meyasê, Tepê Şehîd Xabûr, Bêlûniyê yên Şehba Şêrawa bi hawan û obîsan hatine topbarankirin; 11 hawan û 16 guleyên obîsê hatine avêtin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa geriyan.

ANHA