​​​​​​​279 kesên din li herêmê bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li herêmê 279 kesên din bi Koronayê ketine, 17 kesan jiyana xwe ji dest daye û 7 kes baş bûne.

​​​​​​​279 kesên din li herêmê bi Koronayê ketin
30 îlon, 2021   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku kesên bi Koronayê ketine 163 mêr, 116 jin û 7 kesên din baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 27 hezar û 845 kes bi Koronayê ketine, 932 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 156 kes baş bûne.

(cx)