​​​​​​​Dibe ku qedexeya giştî li herêma Cizîrê were dirêjkirin-HATE NÛKIRIN

Ciwan Mistefa bi civîneke çapemeniyê texmîn kir ku qedexeya giştî li herêma Cizîrê heta demeke nediyar were dirêjkirin.

​​​​​​​Dibe ku qedexeya giştî li herêma Cizîrê were dirêjkirin-HATE NÛKIRIN
30 îlon, 2021   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Aloziyê di 23`ê Îlonê de qedexeya giştî ragihandibû. Biryara qedexeyê di 25`ê Îlonê de ket meriyete û dihat payîn ku 7 rojan dewam bike.

Di civîneke çapemeniyê de, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku li gorî daneyan dibe ku qedexeya giştî li herêma Cizîrê heta demeke nediyar were dirêjkirin. Ciwan Mistefa texmîn kir ku qedexe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.

Ciwan Mistefa bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastin û perspektîfên tenduristiyê pêk bînin da ku rê li belavbûna pêla 4`an a Koronayê bigirin.

(cx)

ANHA