Çeteyên dewleta Tirk wekî her sal mewsima zeytûnan didizin

Bi destpêkirina mewsima berhevkirina zeytûnan re li kantona Efrînê ya dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê desteserkirin û birîna darên zeytûnan didomînin.

Çeteyên dewleta Tirk wekî her sal mewsima zeytûnan didizin
30 îlon, 2021   10:30
ŞEHBA

Dewleta Tirk, çeteyên wê û malbatên wan ên ku li Efrînê bi cih bûne bi destpêkirina berhevkirina zeytûnan li gundên Efrînê yê dagirkirî, desteserkirina berhemên zeytûnan ên şêniyên Efrînê didomînin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve, her sal berhemên çandiniyê tên dizîn û hêzên dagirker wan berheman derbasî Tirkiyê dikin.

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyek ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên bi navê Siqûr El-Şemal û Firqeya Sultan Murad berhemên zeytûnan li gelek gundên navçeya Bilbilê dizîne.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan berhemên zeytûnan ên şêniyên Efrînê yên resen, li gundên Şêxorzê - Ipila - Qûrta - Qûta - Kûtana - Bîbaka - Bolya - Ubêdonê - Heftêr - Qestel - Elî Kero û gundê Ursmo û Nebî Horî yên navçeya Şera, dizîne.

Çavkanî destnîşan kir ku piştî ku çeteyan berhemên zeytûnan didizin wan li gundê Ubêdonê kom dikin û dixin karegeha guvaştina zeytûnan û piştre çeteyên El-Siqûr El-Şemal zeytê didizin.

Çeteyên Firqeya Sultan Murad çend roj berê nêzî 150 darên zeytûn û behîvê yên şêniyên gundê Kûtana birîn û ji bo germkirinê li bazarên Efrînê firotin.

Li gorî çavkaniyên taybet ên ajansa me, çeteyên Sûltan Murad 135 çiwalên zeytûnê yên welatiyê bi navê Ehmed Henan ji gundê Kûtana yê navçeya Bilbilê dizîn û piştre çeteyan li Ehmed Henan dan.

Li navçeya Cindirêsê çeteyên Semerqend berhemên zeytûnê yên sê malbatan li gundê Kefer Sefrê dizîn, bi hinceta ku ew milkê dewletê ye.

Serçeteyê El-Hemzat, Mûsab El-Hac Hemûd 300 darên zeytûnê yên şêniyên gundên Kûmreş û Hesen ên navçeya Raco desteser kirin.

(dx)

ANHA