MSD`ê bi rayedarên Amerîkayê re çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê gotubêj kir

Şandeyeke MSD`ê li Washingtonê bi alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Joey Hood û berpirsê dosyaya Sûriyê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich re civiya.

MSD`ê bi rayedarên Amerîkayê re çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê gotubêj kir
30 îlon, 2021   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Joey Hood û berpirsê dosyaya Sûriyê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich, şandeya MSD`ê li avahiya Wezareta Karên Derve ya li Washingtonê pêşwazî kiriye. Herdu aliyan dosyaya Sûriyê û rêbazên çareserkirina aloziya li welêt nîqaş kiriye.

Her wiha di malperê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji şandeya MSD û Rêveberiya Xweser ya bi serkêşiya Îlham Ehmed re piştrast kiriye ku hevkariya di navbera Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA`yê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de berdewam in heta ku teror bi temamî tune bibe û ewlehî li herêmê mayînde bibe.

Joey Hood di civînê de behsa erkên hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê kir û destnîşan kir ku hêzên welatê wî dê li Sûriyê bin û hevkariya wan a bi QSD`ê re dê heta bi dawîkirina DAIŞ`ê û çareserkirina aloziya li welêt berdewam bike.

Li gorî malperê, herdu aliyan çareseriya siyasî û xebatên navneteweyî yên ji bo bidawîkriina aloziya Sûriyê gotubêj kiriye. Hood di civînê de pêwîstiya amadekirina zemîneke guncew û aramkirina herêmên nakok, ji bo pêkanîna pêşketinekê di çareseriya siyasî de, piştrast kir.

Hood daxuyand ku DYA`yê gelek proje ji bo ji nûve avakirina binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û desteka aborî ji Rêveberiya Xweser re danîne da ku ewlehî li herêmê peyda bibe û herêmê pêşkeve.

Ev cara yekemîn e ku Ethan Goldrich bi şande û nûnerên sûrî re dicive piştî ku di 20`ê Îlonê de dest bi erka xwe kir. Her wiha hat bibîrxistin ku di civînê de nûnerê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkayê ya li Bakur û Rojhlatê Sûriyê David Bronstein hebû.

(şx)

ANHA